Rejîma Îranê ji saetên nîvro ve heta niha bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Bi 3 dronan êriş birin ser Kampa Azadî ya li Koyê û carek jî êriş birin ser bingeha PAKê.
Rejîma Îranê êrişên li ser partiyên Kurdan didomîne. Hate ragihandin ku Kampa Azadî ya li Koyê û bingehek Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê 3 caran bi dronan hate hedefkirin. Ji ber êrişê kesek bi sivikî birîndar bû. Li aliyê din Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ku li nêzî sînorê Hewlêrê bi cih bûye, bi dronan hate bombekirin. Heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahî nehatiye girtin.













