Dadgeha rejîma Îranê cezayê hepsê li nivîskarê Nasir Hemetî yê ji Rojhilatê Kurdistanê birî.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nivîskar û helbestvanê Kurd Nasir Hemetî yê xelkê bajarokê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê liqa yek a Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve bi 4 sal û 8 meh cezayê hepsê hatiye mehkûmkirin.
Di Kanûna 2019an de Nasir Hemetî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û di Hezîrana 2021an de bi tometa “propagandaya li dijî dewletê” 3 sal cezayê hepsê hatibû mehkûmkirin.