Rejîma Îranê li Îranê û rojhilatê Kûrdistanê di 10 rojan de 95 welatî darve kir.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku ji serê Hezîranê ve li rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 95 kes hatine darvekirin. Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 72. de daxuyaniyek belav kir. Li gorî kampanyayê ji serê meha Hezîranê het îro zêdetirî 95 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Hate diyarkirin ku ji serê vê meha Hezîranê ve 16 kes di girtîgehan de jî jiyana xwe ji derst dane. Kampanyayê di heman daxuyaniyê de got ku desthilatdarên Îranê nikarin bersiva qeyrana aborî bide û bi rêya bêdengkirin û darvekirinan daxwazên xelkê diveşêrin.