Rejîma Îranê di 30 rojan de 4 jê jin 152 kes darve kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi raporekê ragihand Îranê 152 kes darve kiriye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) rapora xwe ya meha gulanê weşand. IHRNGO di raporê de diyar kir ku Rejîma Îranê di gulanê de 5 jê Efgan, 19 Belûc, 9 Kurd û 2 jê Ereb herî kêm 152 kes darve kiriye.
Di raporê de tê diyarkirin ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2025an de herî kêm 511 kes hatine darvekirin ku 16 jê jin û 32 jî Afgan in. Hat ragihandin ku bi tenê 28 ji darvekirinan ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine ragihandin. Hat ragihandin ku hejmara darvekirinan di pênc mehên destpêkê yên sala 2025an de ji sedî 96 zêdeyî 261 înfazên di heman serdema sala 2024an de ne.