Çavkaniyên herêmî ragihand ku li Merîwanê hinek kes bang li gel dikin ku malên xwe vala bikin. Hate diyarkirin ku ev kes bi ser rejîmê ve ne.
Çavkaniyên ji herêmî agahî dan Rojnewsê û ragihandin ku hinek kes li Merîwanê bang dikin ku gel malê xwe vala bikin. Çavkaniyan anî ziman ku gava mal bên valakirin leşkerên Îranê dê bikevin wan malan û weke baregeh bikar bînin.
Dixwazin bikevin malên gel
Çavkaniyan gotin ku divê gelê herêmê baldar be û malên xwe neterikînin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîl-Amarîkayê bênavber navend û baregehên artêşa Îranê dikin hedef û tune dikin. Ji bo artêş xwe ji êrişan biparêze dixwazin bikeve malên xelkê sivîl yên li herêmê.













