Seroka Eniya Reformê Li Îranê Azer Mansurî bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” hate binçavkirin.
Artêşa Muhafizên Şoreşê ya rejîma Îranê, Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî binçav kir. Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” derheqê Azer Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Artêşa Muhafizên Şoreşê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wek hêza terorîst hate ragihandin, bi heman armancê Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî kiribû binçavan. Rayedaran îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.
Azer Mansurî, piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû seroka giştî ya eniyê.













