Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku êrişên li ser hezên gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e û got: “Ji bo pêvajoyê xetere ye. Divê gelên Tirkiyeyê, rewşenbîr, saziyên civakî li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.”
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryara fesixkirinê girt. Lê tevî biryara fesixê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê berdewam dikin. Ji aliyê din ve jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekildarî pêvajoyê serdanên xwe didomîne. DEM Partî di nava heftê de bi Serokê MHPê Devlet Bahçelî û AKPê re hevdîtin kirin. Piştî serdanên DEM Partî Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş daxuyanî da û destnîşan kir ku dê li meclîse komîsyonekê ava bikin. Nîqaşên li ser pêvajoyê li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî pêvajoyê û êrişên Tirkiyeyê li ser Herêmên Parastina Medyayê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Remzî Kartal diyar kir ku tevî PKKê xwe fesix kiriyê jî êrişên Tirkiyeyê ranewestiyane û got: “Êriş li dijî pêvajoyê provokasyon e. Sed sal in li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka Kurd krîzek mezin heye. Îspat bû ku ew mesele bi konsepta leşkerî, înkar û îmhayê çareser nabe. Dewletê budçeyek mezin ji bo şer veqetand lê nekarî encam bigre. Şerê li Rojhilata Navîn jî ji bo Tirkiyeyê hatiye asteke xeter. Divê Tirkiye êdî pirsgirêka Kurd çareser bike. Heke çareser neke wê ber bi xeterê ve biçe. Rêber Apo jî roleke dîrokî hilgirt û banga dîrokî kir. PKKê jî bersiv da Rêber Apo û got ‘Em ê şer rawestînin’. Lê tevî rawestandina şer jî êrişên li ser hezên gerîla berdewam kir. Tevî vê yekê jî PKKê li ser daxwaza Rêber Apo kongreya xwe li dar xist û xwe fesix kir. Lê hem roja kongreyê û hem jî piştî kongreyê êrişan berdewam kir. Bêguman ew êriş li ser pêvajoyê provpkasyon e. Ji bo pêvajoyê xetere ye. Divê gelên Tirkiyeyê, rewşenbîr, saziyên civakî û hemû kes li dijî êrişan derbikeve. Pêwîst e xebateke siyasî û civakî li dijî êrişan pêk bê. Divê hemû kes li dijî provakasyona êrişan bêdeng nemînin.”
‘Heke azadiya Rêber Apo pêk neyê pêvajo pêş nakeve’
Remzî Kartal bi lêv kir ku ji bo pêvajo biçê serî divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêk bê û axaftina xwe wiha domand: “Pêngava dîrokî ya Rêber Apo dimeşîne ji bo biçe serî, divê aştî pêk bê. Divê civaka demokratîk pêk bê û şert û mercên azadiya Rêber Apo pêk bê. Hem dibêjin em ê xweşîk û biratiya gelên Tirk û Kurd ava bikin, hem jî Rêber Apo li Girava Îmraliyê dilgirtî bimîne. Ev çêna be. Gelê me û tevgera me pir zelal gotiyê ji bo Tirkiye bi rastî jî vê pirsgirêke çareser bike pîvana nêzikatiya dewletê nezikatiya li dijî Rêber Apo ye. Heke nêzikatiya Rêber Apo li ser bingeha azadiyê nebe û Rêber Apo bi awayekî azadiya fizîkî xebatan nemeşînê hem pêvajo pêşnakeve û hem jî bawerî çênabe. Divê AKP vê mesele weke hesabên siyasî negre dest. Hesabê hemû gelên Tirkiyeyê bike. Divê hemû partî tevlî pêvajoyê bibin. Divê AKP weke desthilat li hemû partiyan re rê veke û hemû partiyan tev li vê pêvajoyê bike. Divê wan bike şirîkê Aştî û Civaka Demokratîk. Gava yekem jî şert û mercên azadî ya Rêber Apo ye. Divê mafê heviyê pêk were. Mafê Mirovan a Ewropa 11 sal e biryar da ye lê Tirkiye pêk nayne. Sala par jî Konseya Ewropa dem da bû Tirkiyeyê. Divê Tirkiyeyê jî vê yekê pêk bîne. Divê di meclîsa Tirkiyeyê de ew yek çareser bibe pêvîstî bi Konseya Ewropa nemîne. Rêber Apo bi îradeya parlamentoya Tirkiyeyê bi awayekî fizîkî azad bibe. Ev yek jî wê baweriyê çêbike û pêşiya pêvajoyê veke.”
‘Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan’
Di berdewama axaftina xwe de Remzî Kartal bal kişand ser înfaza qanûnê jî û wiha pê dê çû: “Girtiyên siyasî divê bêne berdan. Tevî girtî 30 sal ragirtî dimînin jî înfaza wan dişewitînin. Qanûnên wisa derxistinê ku dixwazin hemû kes teslîm bibin. Kesekî/e teslîm nebe bernadin. Divê ew qanûn bên guherandin û hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Ji bo pêvajoyeke nû parlamento û partiyên parlamentoyê bi berpirsyarî rabin û xwe tevlî pêvajoyê bikin. Pêwîst e ji aliyê qanûnî û demokrasiyê ve xebat bên kirin û bingeha hiqûq û demokrasiyê bê avakirin.”
‘Ji bo pêvajoyê divê raya giştî xwe tev lê bike’
Remzî Kartal anî ziman ku ji bo pêvajo encam bigire divê raya giştî hestiyar tev bigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pêvajo parlamento û dervayî parlamentoyê tevlîbûna hemû beşên civakê, Tirk, Kurd, gel û baweriyên cûda, hunermend, rewşenbîr û rojnameger tevlî bibin. Ji bo pêvajo pêş bikeve pêvîste raya giştî bê avakirin. Ji ber wê yekê jî divê hemû partiyên siyasî xwe berpirsyar bibînin. Demokrasî û hiqûq çawa pêş dikeve, pirsgirêka Kurd û ya hemû nasnameyan çawa çareser dibe yanî hemû kes tevlî pêvajoyê bibe. Îradeyeke giştî bandora xwe li ser parlamentoyê jî dike. Yanî bi vî awayî hişmendiyeke demokratîk pêşbikeve. Madem mekazagon wê be guhertin îradeyeke civakî bi giştî li parlamento û derveyî parlamentoyê bê avakirin. Ew yek wê baweriyê avabike û demokrasiyê pêşbixîne. Tirkiyeyê wê derveyî welat jî ji bo demokrasiyê wê bibe hevî. Ji bo wê jî divê hemû beşê civakê rola xwe bilîzin.”
‘Înkara Kurd dest û lingên Tirkiyeyê girêda ye’
Di dawiya axaftina xwe de Remzî Kartal der barê nîqaşên li ser hevpeymana Lozanê de bi lêv kir ku divê siyaseta Tirkiyeyê bi Lozanê re rû bi rû bimîne û wiha bi dawî kir: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî, siyasî û civakî ye. Tekiliyên Kurd û Tirk dîrokî ne. Kurd û Tirkan bi hev re Împaratoriyeke mezin çêkirin. Lê bi inkâra Kurdan ev yek têk çû. Bi îtîfaqa Lozanê li ser bingeha netew dewletê Kurd hatin înkarkirin. Lozanê înkâra Kurdan anî û li ser vê yekê pirsgirêk derketin holê û bû bingeha şer. Pêvîste siyaseta îro bi rastiyê re rû bi rû neminin. Înkara Kurd dest û lingên Tirkiyeyê girêda ye. Lozan ji aliyê hezên navneteweyî vê hat pêşxistin. Bi vê yekê Kurd hatin înkarkirin û bi inkâra Kurdan re şer û pêvçûn derket. Dîsa hêzên navneteweyî jî li ser vî şerî xwestin di Rojhilata Navîn de siyasetê bikin. Ji ber vê yekê îro pêvîstê hemû kes, rewşenbîr, siyasetmedar bi vê dîrokî re rû bi rû bimînin û wê çawa çareser bikin nîqaş bên kirin. Em dixwazin mekazagon bê guhertin û demokrasî pêşbikeve. Şerê cihanê 3emîn ku îro di Rojhilata Navîn de diqewime dewlet hildiweşin û sînor tên guherandin. Pirsgirêka herî kûr jî pirsgirêka Kurd e. Serok Apo jî li ser banga Bahçelî firseteke dîrokî peşkeş kiriye. Heke Tirkiyeyê li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan pirsgirêka Kurd çareser neke divê siyasetê de israr bike wê ber bi parçebûnê ve biçe.”