Wan – Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan li ser girîngiya wêjeyê û rewşa wêjeya Kurdî axivî û got: “Eger zimanê siyasetê bêtir bi Kurdî bûya xwendina Kurdî jî dê bêtir belav bibûya, an jî mesela siyasetmedaran kêmasiya nexwendina pirtûkeke Kurdî bidîta dê xwendina Kurdî bêtir belav bibûya.”
Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan roja 20ê Kanûnê li Wanê bi xwînerên xwe re bernameya helbestxwendin û gotûbêjê li dar xist û pirtûkên xwe îmze kir. Rênas Jiyan piştî bernameyê li ser girîngiya wêjeyê û rewşa wêjeya Kurdî, li ser girîngiya bernameyên bi xwîneran re, li ser rola siyasetê û siyasetmedaran a di berbelavbûna xwendina Kurdî de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Nivîskar ne li dervayê civaka xwe ye’
Rênas Jiyan da zanîn ku nivîskar bi bernameyên wek gotûbêj, xwendina helbestan, îmzekirian pirtûkan bêtir digihêjin xwînerên xwe û got: “Nivîskar bixwazin nexwazin, qebûl bikin nekin jî van pirtûkan ji bo civakê dinvîsin, helbet gava ji bo civakê nivîsandin dibê ew ji bo wî jî bin. Yanî erê ez van tiştan dixwazim binvîsim heman demê da ev têkildarî civakê be jî. Yanî di vir de daxwaza civakê û ya nivîskar li hev tê. Ger nivîskar daxwaza xwe birizîne û bêje ji bo civakê wê demê nivîskar dikeve geremolekî, yanê bi xwe re, bi penûsa xwe ra ne dilpak û durust e. Ji ber wê demê dibê popîlîzim û dibe xapandina civakê jî. Ji ber ku ya dilê wî ne ew bû, ramanê wî jî ne ew bû lê belê çi kir bi wan raman û hestên xwe yên sexte civakê bixapîne. Lê gava ya dilê civakê jî ya dilê nivîskar jî ew bû, herdu daxwaz li hev gûncîyan ev tiştekî xwaş e. Nivîskar ne li dervayê civaka xwe ye, dibe ku di qonaxa nivîsandinê da ji civakê dûr be, lê haya wî/wê ji civaka xwe heye. Pirsgirekên wê, kêmasîyen wê, derd û êşên wê sentez dibin, dibin yek ew berhem derdikeve holê.”
‘Saziyên çapemeniyê dikarin têkilîya nivîskar û civakê çêbikin’
Rênas Jiyan derheqê xwegigihandina nivîskar û berhemên wêjeyî de jî diyar kir ku di civakê de karbeşîyek heye ya ku nivîskar dike nivîsandina pirtûkê ye û axaftina xwe wiha domand : “Piştî pirtûk qediya, ew berhem afirî, sazî û dezgehên ku bikaribin nivîskar bigihînin xwîneran hene. Ev sazî ne tenê saziyên siyasî ne, elbet tabî di civakê da siyaset roleke xwe ya girîng heye, civak û sîyaset ji nivîskar û civakê zûtir digihêje hevdu, bêtir bi hevdu re têkildar in. Saziyên polîtîk dikarên wê bikin lê em her tiştî jî nikarin têkildarî sazîyên polîtîk bikin, ji ber karê kû nivîskar dikin beşên din ên civakê jî têkildar dikin. Mesela saziyên ekonomîk jî dikarin vêya bikin, mesela bi giştî kesên karbidest, yanî fîrmayek dibe an jî beşên civakê yên din dibin. Ji ber ew jî ji vê mijarê berpirsyarin. Ji ber ew berhema tê nivîsandin ji bo wan e jî. Lê mixabin em wê pîştgiriyê (sponsorîyê) di civaka Kurd de nabînin. Wek sankî zêde wan eleqedar nake. Ev ziman, ev huner, ev wêje ne ya wan e, ev tiştekî çewt e. Çi saziyên polîtîk, çi sazîyên ekonomîk, di heman demê de huner û wêje ji bo wan e jî. Pir hêsan di wî milî da dikarin bibin alîkar ji ber hem hêza wan ya ekonomik hem jî ya civakî heye. Sazîyen polîtîk û saziyên ekonomîk gûh bidin wêjeya Kurdî, saziyên medyayê jî dikarin vê bikin. Saziyên çapemeniyê dikarin têkiliya nivîskar, hunermend û civakê çê bikin. Ji ber ku di destê wan de ew amûr hene.”
Rênas Jiyan da zanîn ku di meha Îlonê de pirtûka wî ya nû derketiye û qala naveroka pirtûkê jî kir û wiha pê de çû: “Ez kefxwaş im ji ber ku hem ew xebata min qediya hem jî pirtûk pir baş belav bû. Pirtûk sê beş e, her beş ji cînavkekî pêk tê. Mesela beşa yekem ‘ez’ vedibêjim çîroka xwe, beşa duyem cînavka ‘tu’ vedibêje çîroka xwe, beşa sêyem bi cinavka ‘ew’ vedibêje û ew hersên cinavk di hundirê pirtûkên de tên cem hev, tên girêdan û bi encam dibe. Pir naverok têde hene lê bi giştî çar malbat hene, jiyana wan çar malbatan, zaniya wan, dewlemendiya wan, başiya wan, xirabiya wan tîne ziman.”
Stêrk Dibişkivin Li Zerzewanê
Rênas Jiyan li ser lêkirina navê pirtûkê jî sekinî û got: “Navê pirtûkê ‘Sterk Dibişkivin Li Zerzewanê’ ye. Ji bo min Zerzewan cihekî girîng e, dîrokî ye. Min xwast derdora Keleha Zerzewanê ez wê mijarê bigihînime hev. Karakter zaten bi awayekî têkiliyan bi Zerzewanê re çêdibe, hinek bi başî hinek bi xirabî. Yanî pirtûk ji du têgehên dijber pêk tê, ji du têgehên qontrast pêk tê. Başî û xerabî, xizanî û dewlemendî. Vegotina van tê kirin û di pirtûkê de wek hêza xerab ji çîrokên berê yên Kurdan wek bi navê ‘Oç’ ew hûtekî pir xetere û min ew tê da bi cih kir û hemû xerabî jî bi vî awayî tê de vegot.”

Rista perwerdehiyê di xwendina pirtûkan de
Rênas Jiyan bal kişand ser rewşa xwendina berhemên Kurdî û zîmanê Kurdî û da zanîn ku zimanê Kurdî zimanê perwerdehiyê bûya, zimanê fermî bûya dê pirtûkên Kurdî bêtir bihatan xwendin û got: “Helbet nivîskar dixwazin pirtûkên wan zêdetir bêne xwendin û bên belavkirin, lê belê dema hin tişt neyên pêkanîn çênabe. Dibêjin ya roja xweş di sibê de xweş e. Yanê gava ew xal pêk neyên pirtûk jî belav nabin. Eger îro zimanê Kurdî zimanê perwedê bûya, zimanê fermî bûya, dê pirtûkên nivîskarên Kurd jî bêtir belav bûna.”
‘Siyasetmedar kêmasiya nexwendina pirtûkeke Kurdî nabînin’
Rênas Jiyan bal kişand ser zimanê siyasetê jî û wiha got: “Eger zimanê siyasetê bêtir bi Kurdî bûya xwendina Kurdî jî dê bêtir belav bibûya, an jî mesela siyasetmedaran kêmasiya nexwendina pirtûkeke Kurdî bidîta dê xwendina Kurdî bêtir belav bibûya. An jî civakê bigota em wê kêmasiya nexwendinê di xwe de dibînin. Carna rewşên wisa hene. Gurên xwandinê hene, ew gurê xwandinê çi dikin, gava ji xwandinê dûr dikevin wek tiştekî xwe winda dikin, wek kêmasiyek di laşê wan da hebe, wek xwarin nexwaribin. Di civakê de ev hebûya bi şiklekî wê dîsa pirtûk baştir belav bibûna.”

‘Gava civak bi serê bêvilê nezikî têgeha xwandinê û wêjeye bibe pêşketin çênabe’
Rênas Jiyan behsa rê û rêbazên pêşxistina xwendina pirtûkên Kurdî jî kir û ev tişt gotin: “Divê her beşa civakê vê kêmasiye di xwe de bibîne, hemû katagoriyên civakê bibêje em vî karî pêş bixin. Gava bi vî awayî em lê hûr bibin dê pêş bikeve helbet, lê gava civak bi serê bêvilê nezikî têgeha xwandinê û wêjeye bibe pêşketin çênabe.”
‘Bi destê wêjekaran neteweperweriya Kurd tê sazkirin’
Rênas Jiyan herî dawiyê girîngiya wêjeyê nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî min pirtûken Kurdî, wêjeya Kurdî pir bê şopandin an ji neyê şopandin vê gavê bi destê vêjekarên Kurd, ên baş an jî ên nebaş, bi destê wan neteweperwerîya Kurd tê sazkirin. Ji ber ku tekildarî ziman e, netewetî jî ziman ra tekildare. Belki îro xatirê wêjekarên Kurd ewqas neyê dîtin, lê li gorî min sibê dusbe ew dîmen dê xweştir xuya bibe, ji bo neteweperweriya Kurd kedeke wan hebûye.”
















