• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

REPAK: Em her rojê bikin 25’ê Mijdarê

Navenda Nûçeyan / AW

23 MIJDAR 2025 - 16:15
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Em ê îsal her rojê bikin weke 25’ê Mijdarê.”

 

Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek weşand. Rapek diyar kir ku jin li her devereke cîhanê rastî tundiyê tên û wiha got: “Tundî diyardeyekî nemiroviye û mixabin îro bi gelek rêbaz û amûran re bi awayekî pergalî li ser jinan, civakan û xwezayê tê pêkanîn. Tundî çandeke berhema desthilatdariyê ye. Cihê desthilatdarî hebe xwezayî tundî jî pêk tê. Werin em hemû rojan mîna 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîn, berxwedan û parastinê.”

‘Em ê bi cîhaneke bêtundî heyfê hilînin’

RAPEK destnîşan kir ku di roja navnetewî a têkoşîna li diji tundiya li ser jinan tevahî jin bûne qurbanê zilm û hovîtîya pergala mêrsalar û wîha got: “Em dibêjîn em we qet ji bîr nakîn, em ê bi avakirina cîhan û cîvakek bê tundî, azad re heyfa wê hilînîn.”

‘Xwişkên Mîrabal bûn remza berxwedanê’

Di berdewama daxuyaniyê de RAPEK bi bîr xist tu tundî bi awayeke piralî û pergalî li ser jinan tê meşandin û wiha pê de  çû: “Tûndî çandekî berhemê desthilatdarîyê ye. Cihê desthilatdarî hebe xwezayî tundî jî pêk tê. Çavkaniya desthilatdarî ji xwe tundî ye. Ya fizikî, derunî, siyasî, aborî, bîrdozî, dîjîtal, çandî û bi sedan formên tundiyê hene. Hemû cure tundî di bin xizmeta desthilatdariyê de tên pêşxistin. Lewra buyerên tundiyê ne tenê bi qetilkirina xwişkên Mirabel ango ‘sê pepûleyan re’ dest pê kiriye. Belê ew sê pepûle bun sembola berxwedanê û bun wesîleya roja navnetewî a têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinan. Ji avabuna pergala mêrsalar heya roja me ya îro, ti mekan û zemanê bê tundî mirovahî û jinan ne jiya ye.”

‘Desthilatdarî ser koletiya jinê hatiye avakirin’

RAPEK di berfirehiya daxuyaniyê de da zanîn ku di qirkirinên tên kirin de herî zêde jin bi bandor dibin û wiha pê de çû: “Rastiya ku jin di cîhanê de dijîn FEMINISÎD e. Tevahî parzemînan de jin statûya wan, rengê wan, temenê wan, zîmanên wan çibe jî tên hedefgirtin, tên qatilkirin, keda wan tê talankirin. Mêr ji xwe re maf dibîne ku jinan qetil bike, dagir bike. Çanda mêrsalar jinê wekî mirov nabîne, jinê bê nirx dibîne, hebuna jinê tenê bi xizmetkirina zilam re sînordar dike. Texta desthilatdariya mêr- dewlet li ser koletiya jinê hatiye sazuman kirin. Ev pergala zilimkar baş dizane ger dibin de ev were kişandin wê têkbîçe. Lewra siyaset, huquq, zanîst, artêş, asayîş, dibistan, kolan, stadyum, huner, medya, moda, ol, malbat, reklam û hwd. her tişt bergirîya vê pergala mêrsalar dike. Pergala dewlet pergalekî mêrsalare, ango zayendperest e. Şaneya biçûk a desthilatdarî malbat jî cihê ku zayendeperstî fêrdike û zêde dike ye.”

‘Bi navê namûsê kuştin hatin rewakirin’

RAPEK anî ziman ku jin îsal di şerê Îsraîl-Filîstînê, Sûriyeyê û Suweydayê de herî zêde jin û zarok hatin qetilkirin û ev tişt gotin: “Li îranê 704 jin îsal hatin darvekirin. Bi deh hezaran jin ji ber nêrînên xwe yên polîtîk li gîrtîgehên Tirkîyê de rastî pêkhatînên dermirovî hatin. Bê navber jin bi destên mêr, malbat, xizim, xoşewîstî hatin qetilkirin. Bêkarî, koçberî, xizanî herî zêde bandor li ser jiyana jinan kir. Binavê namusê kuştinên jinan tên rewa kirin û teşwîqkirin. Li Iraq jî serê salê bi navê ‘Qanûna Rewşa Kesî’ mafê jinan yên yasayî hatîn desteserkirin. Rê ji zewaca temen biçuk û  pirjinî re hat vekirin.”

‘Mirin û xwekuştin ne tesaduf in’

RAPEK di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û wiha derbirî: “Ji 25’ê Mijdara 1960’an heye îro em ketin 65emîn sala qetilkirina Xwîşkên Mîrabel, Patrîa- Mînevra- Marîa’yê. Lê mixabîn hin jî bê sinor xwîşkên me, zarokên me tên qetîlkirin. Bîlançoya mirina xwîşkên me ne kêmî bîlonçoya şerên dewletan e. Ev ne qeder e û ti hêz nikare vê me bide pejirandin. Em pir baş dizanin ti jin bê sebeb dawî li jiyana xwe nayînin û ti jin ji ber xwe de agir bernadin bedena xwe. Û ne tesadufe ku ewqas buyerên wek mirin û întîhara jinan pêk tê. Lê bi zanebun li ser van buyeran tê girtin, rastî gelekî caran tên berovajî kirin, an jî wekî buyerekî rêzê de qet nakin rojev. Kujer gelekî caran bi van rêbazan re tên parastin, nayên darizandin, bi serbestî digerin. Lê em dibêjin qetilkirina jinan polîtîkin. Lewra li dijî pergala mêr-dewlet a kapîtalîst têkoşîna radîkal pêwîste were dayîn. Îro tundî berbelavî tevahî jiyana me bûye. Ji bo wê divê em jin têkoşîna xwe ne tenê bi rojekî re sînor bikin. Li dijî tundî her kêlî û li her qada jiyanê de divê em têkoşîna xwe domdar bikin. Ji bo têkoşîna me encamgir be pêwîste em jin xwedî rêxîstinbin. Rêxîstinbûna jinan parastina herî mezîn e. Bi vê boneyê wekî REPAK em bang dikin dibêjin, werin em hemû rojan mîna 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîn, berxwedan û parastinê. Werin em bi vîn, zanist û rêxistinbuna jinê re cîhanekî bê tundî, aram û azad avabîkin.”

Etîket: 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser JinêdaxuyanîRêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 saetan de 6 jin hatin kuştin: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

24 saetan de 6 jin hatin kuştin: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

22 SIBAT 2026
PJAK: Şehîdê Melikşahî Sembolê Xoverdayîşê Zagrosî û Kurdî Azade yê

PJAK: Parastina ziman, bidestxistina beşek ji azadiyê ye

20 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

19 SIBAT 2026
Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

17 SIBAT 2026
Fransa: Divê Kurd bibin hevalbendê leşkerî yê sereke

Fransa: Divê Kurd bibin hevalbendê leşkerî yê sereke

16 SIBAT 2026
Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

13 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi malbatan re semînera ziman: Em bi zarokan re bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela pirzimanî: Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (828)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne