Bi mebesta vekirina sala nû ya Qanûndanînê li meclisê resepsiyonek hat dayin. Di resepsiyonê de Serokkomar Erdogan silav da Hevseroken Giştî û parlamenterên DEM Partî û bernameya resepsiyonê bi konserê bi dawî bû.
Bi mebesta vekirina sala nû ya Qanûndanînê ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) li meclise resepsiyonek hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar, endamên komisyona meclisê, Gulıstan Kiliç Koçyigit, Cengîz Çiçek, Saruhan Oluç, Meral Daniş Beştaş, Celal Firat û parlamenterên DEM Partî jî tevlî resepsiyonê bûn.
Di resepsiyonê de Serokkomar Tayyîp Erdogan silav da DEM Partiyê û Hevserokên Giştî û parlamenterên DEM Partî re sohbet kir. Erdoğan ji Tulay Hatîmogullari re jî axivî ji bo di vêkirina meclise de destê Tulay Hatîmogullari negirtiye careke din lêborîn xwest û got bi şaştî bû ye. Hevserokên giştî û parlamenterên DEM Partî jî rewşa Erdogan pirsîn û axaftineke kurt kirin.
Resepsiyon bi konserê bi dawî bû.













