Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Huseyîn Aslan ji ber daxuyaniyên Rojava hate girtin. Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê bertek nîşanî hedef nîşandana Huseyîn Aslan da û xwest demildest bê berdan.
Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Huseyîn Aslan li navçeya Pirsûsa Rihayê bi boneya beşdarî meş û daxuyaniyên ji bo Rojava bûye bi îdiaya “Nehiştiyê polis karê xwe bikin” hat girtin. Huseyîn Aslan piştî ku hat girtin li ser medyaya dîjîtal derbarê wî de agahiyên şaş hatin belavkirin û hedef hate nîşandan. Huseyîn Aslan weke Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê hate nîşandan û weke ku wî organîzasyona êrişa li dijî ala Tirkiyeyê kiriyê kirin hedefa êrişan.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê derbarê girtin û hedef nîşandana Huseyîn Aslan de daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yên Huseyîn Aslan hedef nîşan didin sûc dikin û ev yek jî tê wateya sûcê “Belavkirina kînê” ye û xwest derbarê wan kesan de lêpirsîna hiqûqî bê destpêkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Huseyîn Aslan mafê xwe yê hiqûqî bikar aniye û divê demildest bê berdan.













