Dadgehê di doza betalkirina kongreya CHPê ya Bajarê Stenbolê de hatibû vekirin, biryara betalkirina kongreyê da û rêveberiyê ji wezîfeyê girt.
Serokatiya CHPê ya Stenbolê di 8ê Cotmeha 2023yan de kongreya xwe ya bajêr li dar xistibû. Dadgehê doza betalkirina kongreyê vekiribû. Dadgehê di doza îro de biryar da ku kongre betal bibe û Serokê Bajêr Ozgur Çelîk û rêveberiya wî ji wezîfeyê bê girtin.
Ozgur Çelîk têkildarî mijarê got ku hê biryarek teblîxî wan nehatiye kirin û ew dixwazin ji meseleyê fam bikin.
Dadgehê bi awayek demkî Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz, Erkan Narsap tayînî rêxistina CHPê ya Stenbolê kir.