Endamên PENa Kurd li yên li bajarê Oldenburga Elmanyayê hatine gel hev, rêveberiya nû ya PENa Kurd diyar kirin.
PENa Kurd 12emîn Kongreya Asayî, di 6-7ê Îlonê li bajarê Oldenburga Elmanyayê li Mala Êzdiyan li dar xist. Zêdetirî 150 endam û mêvan tev li kongreya bi diruşma “Sîwana Yekitiyê” hatiye lidarxistin, bûn. Di kogreyê de tevî peyama Serokê PENa Kurd ê Navneteweyî Bûrhan Sonmez û nameyên gelek sazî û nivîskarên li welatên cuda yên cîhanê, hatin xwendin.
Li pey nîqaşên têkildarî rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya ku ji 9 endamên esil û 4 endamên cihgir pêk tê, kongre serkeftî bi dawî bû.
Di kongreyê de hat diyarkirin ku di civînê de karbeşî hatiye kirin û Rojbîn Perîşan û Mîran Abraham wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Azad Zal wek sekreterê giştî, Kakşar Oramar jî wek berpirsê darayî hate diyarkirin.
Desteyê, her wiha ji bo mazûvaniyê spasiya Mala Êzdiyan û Şaredariya Oldenburgê kir. Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî yên di kongreya 12’emîn de hatin hilbijartin wiha ne:
ENDAMÊN ESIL
* Abdullah Hîcab
* Azad Zal
* Dîmen Sohrabî
* Kakşar Oremar
* Mîran Abraham
* Omer Fîdan
* Rojbîn Perîşan
* Salih Demîcer
* Şina Fayîq
ENDAMÊN CÎGIR
* Îrfan Babaoglû
* Mihemed Mentik
* Rûkiye Ozmen
* Sûltan Yaray.