Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên ji bo agirbesta mayînde yên navneteweyî bersivand û got: “Daxuyaniya bêpratîk têr nake.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Amerîka-Ewropayê de daxuyaniyek nivîskî da. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir agirbest bi daxuyaniyan nayên sekinandin û da zanîn ku halê hazir li ser Kobanê êriş tên domandin û bi bîr xist ku li ser sivîlan jî gef berdewam dikin.
‘Bi berpirsyarî rabin’
Rêveberiya xweser di daxuyaniyê de xwest ku civaka navneteweyî yên piştgiriyê didin wan, bi helwesteke cidî tevbigerin, parastina gel mîsoger bikin, dorpêçê bidin rakirin û xwest alîkarî bêyî astengkirin bigihin li herêmê.
‘Îradeya gel ji hewldanên dijminane xurttir e’
Rêveberî di dawiya daxuyaniya xwe de hêzên ku parastina gel dikin silav kir û wiha got: “Îradeya gelê me ji hemû hewldanên dijminahî û zextê, xurtir e.”













