Rêveberiya Xweser diyar kir ku bûyerên dawî yên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan û şewitandina darên sersalê li Hema û Humisê qewimîn, xizmeta berjewendî û siberoja Sûriyeyê nakin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşdanên dawîn ên li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye: “Ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas, ya baştir ew e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye.
Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye. Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide. Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyên bira diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û siberoja wê. Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyê bingeheke girîng a avakirina Sûriyeyeke bihêz e.
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e. Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.
Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta aramiyê neke. Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metirsiyê. Di salên dirêj de me bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.”