Endamê Desteya Rêveber ya PJAKê Rêwar Awdanan da zanîn ku pêwîste Îranê ber bi sîstemeke demokratîk û dadperwer ve were guhertin û anî ziman ku mafê Kurdan û hemû neteweyên Îranê heye ku beşdarî siyasetê bibin.
Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Rêwar Awdanan di Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê tê lidarxistin de, bi rêya online beşdarî kongreyê bû û vîzyona partiya xwe ji bo rewşa niha ya Îranê li ser çar xalên sereke aşkera kir.
Rêwar Awdanan got ku mafê Kurdan û hemû neteweyên Îranî heye ku beşdarî siyasetê bibin û bibin beşek ji biryardan û birêvebirina welat. Her wisa da zanîn ku divê cudahî û hevrikiya navxweyî nebe sedema lewazbûna hêzên siyasî.
Rêwar Awdanan di Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê Awdanan di axaftina xwe ya kongreyê de wiha got; “Jin di bin zext û qedexeyên rejîmê de ji mafên xwe bêpar dimînin. Lê tevî hemû zext û tundiyan jî, jin ji bo wekhevî û beşdariya siyasî têkoşîna xwe didomînin.”
Endamê Desteya Rêveber ya PJAK’ê Rêwar Awdanan axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.













