Heyeta ku ji nivîskar, hunermend, rojnameger û rewşenbîran pêk tê li Mêrdînê Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Heyeta ku di navde rojnameger, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, hunermend hene, bi boneya piştgiriyê bidin Hevşaredarên Bajaren Mezin ên Merdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk, li otelek Mêrdîn serdana Devrîm Demîr û Ahmet Turk kirin. Li ser navê heyeta ku ji 27 rojnameger, nivîskar, akademîsyen û hunermendan pêk tê, Seroka Giştî ya ANAPê Nesrîn Nas daxuyanî da. Nesrîn Nas anî ziman ku wan 8 sal berê hikûmet hişyar kiribû û gotibûn û wiha gotibûn: “Em kesên xwedî nasnameya Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Rum, Laz, Çerkez, Roman, Misilman, Xiristiyan, Musevî, Suryani, Ezidî, Sunnî, Elevî bi hevre xwediye vê axê ne. Em jin, ciwan, zarok, kal û pîr hemû dixwazin bi hevre li ser ve axê bi kêfxweşî û bi hevre bijîn. Bêyî ku em cudahiya ziman, bawerî û nasnameyan bikin em dixwazin hemû bi hevre di nava aramî û aştiyê de bijîn.”
Nesrîn Nas, da zanîn ku li ser navê gelê ku hurmeta aştî, edalet û wekheviyê dixwazin hatine vir û wiha got: “Em hatin ku bibêjin em qeyûm û rêveberiyek dijdemokratîk naxwazin. Em hatin bibêjin em naxwazin vîna gel bê xezpkirin. Em hatin bibêjin ku divê hemû aktorên siyasî û pêşeng bê şert û merc li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin û bibêjin na.”
Kesên ku beşdarî heyetê bûn wiha ne:
Serokê Federasyona Amedê AlÎ Îhsan Dinçer, Akademîsyen Ayşe Erzan, Hekîm Ayten Yildirim, Akademîsyen Berrin Sonmez, Binnaz Toprak, Parlamenterê berê Celal Korkut Yildirim, Oldar Ekrem Baran, Mîmar Enes Atila Pay, Nivîskar Erdogan Aydin, Rojnameger Fazil Alp Akiş, Gulayşe Koçak, Nûnerê saziya civakî Gulseren Onanç, Radyovan Gurhan Ertur, Niviskar Îslam Ozkan, Nivîskar Mehmet Altan, Siyasetmedar Mehmet Saltoglu, Nivîskar Murathan Mungan, Siyasetmedar û Seroka ANAPê ya berê Nesrin Nas, Rojnameger Nilay Akgun, nivîskar Nurcan Baysal, Muxavîr Nurten Ertugrul, Nivîskar Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Omer Faruk u Hekîm Tatyos Bebek