Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga rawestandina êrîşên li ser Helebê û parastina sivîlan kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê êrîşên li Helebê de daxuyaniyek weşand. Rêxistinê banga rawestandina êrîşên li ser Helebê û parastina sivîlan kir.
Her wiha fikarên xwe ji ber zêdebûna hejmara qurbaniyan û berdewama koçberiyê anî ziman.
Rêxistinê banga rêzgirtina li hemberî qanûnên mirovî yên navneteweyî, rawestandina tavilê ya êrişên li ser sivîlan û mîsogeriya gihandina bilez a alîkariyên mirovî kir.













