Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi bîr xist ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrişa hewayî de hatine qetilkirin û got: “Rojnamegerên li Stenbolê hatin binçavkirin, îşkence li wan hatiye kirin. Mafê ramanê hatiye astengkirin. Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin.”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî binpêkirinên li dijî rojnameger û derdorên cuda yên civakê daxuyanî dan. Di daxuyaniya bi sernavê “Li Tirkiyeyê zextên ser muxalefeta aştiyane bi dawî bikin” de hate gotin ku bi zextên li ser parêzer, rojnameger û çalakvanan re tê xwestin muxalefeta aştiyane bê bêzarkirin, tacîz kirin, bêdeng kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnameger û kesên din ji ber ku mafê xwe yê xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û lidarxistina çalakiyan tên binçavkirin û girtin. Hewceye ev sepan tavilê bên bidawîkirin.”
Rojnameger hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi êrişa hewayî hatine kuştin û wiha dom kir: “Rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di encama êrişa hewayî ya bi balafirên bêmirov a di 19ê Kanûnê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin kuştin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber kuştina rojnameger ji bo mafê azadiya xweîfadekirinê û çalakiyên aştiyane yên li Tirkiyeyê kete nava fikarên mezin.
Ji roja Bîlgîn û Daştan hatin kuştin heta niha protesto hatin qedexekirin, kesên tev li protestoyan bûn hatin binçavkirin û derheqê kesên têkildarî mijarê nêrîna xwe parve kirin an jî li ser medyaya dijîtal axivîn jî lêpirsîn hatin destpêkirin. Di 20ê Kanûnê de hêzên ewlekariyê li Wanê nehiştin çalakvan bicivin û 10 jê rojnameger herî kêm 55 kes binçav kirin. Binçavkirî, di heman rojê de hatin berdan. Di 21’ê Kanûnê di dema protestoya li Stenbolê de jî polîsan 59 kes binçav kirin, 7 jê rojnameger bi giştî 9 kes hatin girtin. Baroya Stenbolê û hin kom û kesan bi daxuyaniyan xwestin kesên di çalakiyên protestoyî de hatin girtin û binçavkirin bên berdan. Derheqê baroyê, kom û kesan de jî lêpirsîn hate destpêkirin.”
‘Binpekirinan lêkolîn bikin
Bi domdarî wiha hate gotin: “Bi zextên li ser parêzer, rojnameger û çalakvanan re tê xwestin muxalefeta aştiyane bê bêzarkirin, tacîz kirin, bêdeng kirin û pergala edaletê di vê çarçoveyê de nebaş tê bikaranîn. Bi vê yekê re Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên dikevin çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê dike. Rayedarên Tirkiyeyê divê van kesên tenê ji ber mafên xwe yên mirovan bi awayekî aştiyane bi kar bînin hatin binçavkirin û girtin, tavilê berdin. Rayedar, divê derheqê hêzên ewlekariyê yên li dijî rojnameger û çalakvanên din de binpêkirinên mafên mirovan dikin, tavilê lêpirsîneke berfireh, serbixwe, bêalî, şefaf û bibandor bidin destpêkirin. Hewceye kesên berpirsyartiya wan di van binpêkirinan de heye jî bi darizandineke adilane derxîne pêşberî edaletê û di heman demê de rê bide ku mexdûr xwe bigihînin edalet û hiqûqê.
Rojnameger û kesên din ji ber kul mafên xwe yên xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û çalakiya aştiyane bi kar anîne lewma hatine binçavkirin û darizandin. Divê rayedar demildest vê sepana xwe bi dawî bikin û mafên mirovan ên her kesî biparêzin. Baroya Stenbolê û kesên din tenê ji ber ku mafên xwe bi kar anîne û erkên pîşeya xwe pêk anîne, pergala edaletê li dijî wan weke çekekê tê bikaranîn. Divê rayedar dev ji vê rêbaza xwe berde û demek beriya demekî lêpirsînên cezayî yên derheqê wan de betal bike.
Bi keyfî binçav dikin û îşkence dikin
Di 21ê Kanûnê de bi sedan polîsên hêzên çevîk li Stenbolê, destûr neda ku rojnameger û saziyên civakî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li gorî komeleyên parêzeran ku nûnertiya kesên hatin binçavkirin dikin, di navde rojnameger û nûnerên saziyên civakî bi giştî 59 kes li qada Şişhaneyê ya Stenoblê binçav kirin. Bi piraniya kesên hatin binçavkirin, di heman şevê de hatin berdan. Dozger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî 3yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê kirin. Di nava wan de 7 rojnameger hatin girtin. Rêxista Efoyê ya Navneteweyî, ji ber angaştên der barê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) de bi fikar e. Vê gefa li dijî komeleyê wekî li dijî azadiya ramanê dibîne. Hiqûqa navneteweyî diyar dike ku pêwiste daxuyanî û civînên ku ji raya giştî re neyên astengkirin û bên parastin. Biryara Qeymeqamê Beyoglu ya der barê DFG’ê de ku têkiliya wê bi kesên çekdar re çêdike, ne li gorî pîvan e û li dervê rastiyê ye.
Dema polîsan kes binçav kirine, destê wan li pişt wan kelepçe kirine û tundi li wan kiriye. Muameleya pir xerab li wan kiriye.
Dema polîsan rojnameger binçav kirine, di otobusa polîsan de gef li wan xwarine. Dema parêzer 3 rojnamegerên jin ziyaret kirine, rojnamegeran diyar kirine ku lêgerîna tazî li wan ferz kirine û nêzîkatiyên xerab nîşanî wan daye. Di 22’ê Kanûnê de 7 rojnameger dema 2 rojnamegerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin, bi hinceta wêneyên wan rakirine bi angaşta ‘Propaganda rêxistinê kirine’ hatin girtin.
Li aliyêdin Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê Baroya Stenbolê ku têkildarî kesên hatine binçavkirin daxuyanî dabûn, lêpirsîn da destpêkirin.
Dîsa ji ber T24’ê nûçeyên DÎSK Basin-Îşê û DFGê yên der barê rojnamegerên hatin kuştin de nûçe çêkiribû, lêpirsîn hat destpêkirin. Der barê Gerînendeya Weşanê ya Gerçek Gundemê Seyhan Avşar a ku der barê rojnamegerên hatin kuştin de li ser medyaya dijîtal agahi parve kirin, lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Amed, Mêrsîn û Enqereyê û gelek bajaran li dijî kuştina du rojnamegerên kurd çalakî hatin lidarxistin û li ser sinor daxuyanî hatin dayîn. Lê evdaxuyanî li gelek cihan rasti astengî û zextên polîsan hatin.”