Li Belûcistanê pênc rêxistinên cuda bi armanca têkoşîna li dijî Îranê û bi destxistina mafên gelê Belûcî di bin navê Enîya Şervanên Gel (Cepheyî Mûbarîzîn-î Xelk) de bûn yek.
Hêzên ji bo azadiya Belûcistanê li dijî rejîma Îranê têdikoşîn yekîtiyek nû ava kirin. Rêxistinên çekdarî yên wekî Ceyşû’l Adl, Cûnbeş-î Pada Belûc, Hareketûn Nasr Belûcistan, Cehpeyî Muhammed Resulullah û Hêzên Gelêrî yên Belûc bi armanca hevparkirina têkoşîna li dijî Îranê yekîtî ava kirin. Pênc rêxistinên cuda bi navê Enîya Şervanên Gel (Cepheyî Mûbarîzîn-î Xelk) de bûn yek.
‘Yekîtî ji bo mezinkirina têkoşînê hate avakirin’
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê Eniya Şervanên Gel hate ragihandin de armanca yekîtiyê wiha hate daxuyandin: “Ji bo koordînasyona di navbera hêzan de bê zêdekirin, kapasîteya operasyonel bê bilindkirin û têkoşîna li dijî Komara Îranê bê mezin kirin yekîtiye hatiye avakirin.”
Ji bo têkoşîna gelê Belûc gavek stratejîk e
Avakirina Eniya Şervanên Gel ji bo neteweya Belûc gavek dîrokî û stratejîk tên nirxandin. Bi vê yekîtiyê tê payîn ku têkoşîna azadiya Belûcistanê zêdetir xurt bibe û li dijî Rejîma Îranê çalakiyên mezintir bên kirin. Her wiha tê destnîşan kirin ku bi vê yekîtiyê hêzên Belûc ên heta niha perçeyî dê li ser xetek neteweyî nêzîktirî hev bibin.
Dibe çalakiyên li dijî rejîmê zêde bibin
Çav li rê ye ku bi vê yekîtiya hêzên Belûc hem liv û tevgera operasyonelî û hem jî bandora wê ya li ser têkoşîna gel di rojê pêş de zêdetir bibe. Ev gav dê hem hêviya yekîtiyê di nav gel de mezin bike û piştgiriya gel xurt bike, hem jî dê têkoşînê di qada navneteweyî de bide nasîn.
Êrişên rejîma Îranê zêde dibin
Piştî şerê Îran û Îsraîlê zext û zordariya li ser gel a hêzên rejîma Tehranê gelek zêde bûne. Di bin navê, “Hevsarên hêzên derve” de rejîm her roj di ser malên welatiyên Belûc de digire. Di van serdagirtinan de gelek kes tên girtin û înfazkirin. Piraniya kesên tên girtin jî bi hinceta, “sîxurtiya Îsraîlê” tên darvekirin.
Rejîm li şûna mafên gel qebûl bike êrişan zêde dike
Rejîma Îranê ku gelên Kurd, Belûc, Gîlek, Ereb û Azerî nas nake, daxwazên herî biçûk ên maf xwestinê jî bi awayek tund ceza dike. Li şûna mafên van gelan ên xwezayî bên naskirin, di demên dawî de asta êrişan hatiye zêdekirin.













