Rêxistinên ciwanan ên Stenbolê li dijî kuştina Baran Abdî ê li Mersîne di encama êrişeke nijadperest de hatibû kuştin daxuyanî dan û gotin: “Bi zanibin ku bi hezaran Baran Abdî hene.”
Baran Abdî yê ji Kobanê, di 25ê Çileyê li navçeya Tarsusê ya Mersînê ji aliyê Huseyîn Kanlibicak ve hat kuştin. Meclisa Ciwanan a HDKê, SGDF, DGB û YDG li Stenbolê li dijî kuştina Baran Abdî li Qada Khalkedonê ya Kadikoyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzm û şovenîzme em Baran Abdî ne” hat vekirin û dirûşmeyên “Dê ciwan hesabê ji kujeran bipirsin” û “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.
‘Divê em di nava berxwedanê de bin’
Endama DGBê Merve Yeşîlalan diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kurd kom bûne û wiha got: “Çalakiyan me rastî êrişên polîsan tên. Ji bo em destkeftiyên Rojava biparêzin divê em di nava berxwedanê de bin. Yê ku dîroka wan bi kuştinan tije ne bila bizanê ku tu hêz nikarê me bide sekinandin. Dê ciwan hesaba kuştinan ciwanan bipirse.”
‘Bi hezaran Baran Abdî hene’
Daxuyanî ji aliyê endama YDGê Ayşe Topçuoglû xwend. Ayşe Topçuoglû anî ziman ku her rojeke wan bi kuştinekî derbas dibe û got: “Bajarên ku ji aliyê HTŞê ve tê dagirkirin di serî de peykeren jinan tê xerakirin û bedena jinan ji avahiyan tên avêtin. Îro jî li ser Kobanê û Hesekû dorpeç hene. Berî çend rojan li Kobanê 5 zarok ji bo sermayê jiyana xwe ji dest dan. Kesên xwestin ku li dijî komkujiyan bisekinin, hatin binçavkirin û girtin. Bi sedema vê li Tarsusê ciwanê bi navê Baran Abdî hat kuştin. Piştî bûyerê Valitiya Mersînê daxuyanî da û kujerê Baran Abdî parast. Gavên dewlet davêje li dijî aştiyê ne. Yên ku dixwazin têkoşîna ciwanan binpê bikin bila zanibin ku bi hezaran Baran Abdî hene.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.










