Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li rayedaran kir ku berpirsiyariya gefên li Zeynep Durgut, rojnamevana ku “Çeteya Fihûşê” li Şirnexê aşkere kir, bigirin ser xwe. Tora Cîhanî ya Medyaya Serbixwe (IPI) rojnamevan di rapora xwe ya li ser binpêkirinên ku xebatkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê dijîn de cih da rojnamevan Zeynep Durgut ü Bêrivan Kutlu.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê gefên li nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut a ku “Çeteya Fihûşê” li Şirnexê aşkere kir û ji aliyê malbata Tatar ve hat tehdîtkirin, daxuyanî da.
Nûnerê CPJê Ozgur Ogret li ser hesabê xwe ya platforma medyaya dîjîtal X a CPJ de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hat parvekirin: “Komîteya Parastina Rojnamevanan bang li rayedarên Tirkiyeyê dike ku her tiştê pêwîst bikin da ku ewlehiya Zeynep Durgut, nûçegihana Ajansa Mezopotamya, ku duh ji ber nûçeyên ku wê ragihandiye bi telefonê gef lê hatiye xwarin, misoger bikin.”
IPI cih da rojnamevanên jin ên kurd
Tora Cîhanî ya Medyaya Serbixwe (IPI), ku azadiya çapemeniyê diparêze, rapora xwe ya heftane ya li ser binpêkirinên mafên ku xebatkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê dijîn weşand. Di rapora xwe de, IPI’yê cih da nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutku ji ber di 24’ê Sibatê de bi nûçeyek dosyayê ya bi sernavê “Çeteya Fihûşê” li Şirnexê eşkere kir, rastî gefê hat û Berîvan Kutlu ku ji ber bernameyên televîzyonê yên ku wê di dema erdhejên 6’ê Sibatê de amade kirin, rastî lêpirsînê hat.