Rêxistinên çapemeniyê û saziyên civakî yên wekî PEN International, Dakok, Kongra Star û ROJIN daxuyanîdan û kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin.
PEN Internationalê têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi êrişa SÎHAyan hatin kuştin, peyamek parve kir û qetilkirina rojnamevanan şermezar kir.
Rêxistina Dakok derbarê êrîşê de li dijî xebatkarên çapemeniya azad ku di encamê de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn bi tundî şermezar kir.
Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirina çapemeniya azad û mafên mirovane. Koordînasyonê der barê mijarê de diyar kir ku hedefgirtina bênavber a rojnamevanan hedefgirtina dengê heqîqetê û hedefgirtina kesên sûcên wan aşkera dikin.
Yekîtiya Rojnamevanên Jin a Kurdistanê (ROJIN) têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin, daxuyanî da û wiha got: “Rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Em êrişên dewleta Tirk yên li hemberî rojnamevanan, şermezar dikin û em radigînin ku emê bibin şopdarên heqîqetê.