Şaxa ÎHDê ya Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo piştgiriyê serdana nûnertiyên MKG û DFGê kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Çapemeniya Azad anîn ziman.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo piştgiriyê serdana Nûnertiyên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ên Wanê kirin. Şandeya ku ji hêla nûnerê DFGê Adnan Bîlen û rojnamevanên endamên MKG û DFGê ve hatin pêşvazîkirin, têkildarî kuştina rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwestin û piştgiriya xwe anîn ziman.
‘ÎHD dê her tim li cem we be’
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun di serdana piştevaniyê de axivî û sersaxî ji çapemeniya azad re xwest. Mehmet Salîh Coşkûn diyar kir ku mafê rojnamegeran ê protestokirinê jî hat astengkirin û gelek endamên we hatin binçavkirin û girtin. Mehmet Salîh Coşkûn da zanîn ku çapemeniya azad ti carî bêdeng nemaye û namîne jî û got: “Em careke din ji ber van êrîşan sersaxiyê dixwazin. Çapemeniya azad tu carî bêdeng nebû, ev heval jî endamên çapemeniyê bûn. Ji bo vê jî hûn ê her tim têkoşîna xwe bidomînin û hûn didomînin jî. Em weke ÎHD her tim li cem we ne û piştgiriya we dikin.”
Çapemeniya Azad pîroz kir
Berdevkê KESKa Wanê û nûnerê Platforma Ked û Demokrasiyê Yûnûs Haylaz jî sersaxî ji çapemeniya azad re xwest û destnîşan kir ku ew ê her tim bi çapemeniya azad re bin. Yûnûs Haylaz bi domdarî got: “Ez kedkarên çapemeniya azad ji ber wêrekiya wan pîroz dikim. Hevalên ku me van demên dawî winda kirin jî tekoşîneke gelek mezin dan û xebatên bi nirx kirin. Di vê demê de em careke din diyar dikin ku em weke platform her dem bi we re ne.”
Nûnerê DFGê Adnan Bîlen jî ji bo serdana wan û peyamên wan ên piştgiriyê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku çapemeniya azad ti carî serî netewandiye û ji niha û şûnde jî dê netewîne.