Li gorî agahiyên nûçeya ANHAyê şandeyên Rêxistina Ewlehî û Asayîşê (UNDSS) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), ji bo nirxandina rewşa mirovî, xizmetguzariyê û dorpêça li ser Kobanê serdana Kobanê kirin.
Şande bi Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhan Hecî Îsa, cîgira hevserokan Mizgîn Xelîl, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Ehmed Xoca, Rêveberê Ofîsa Kar û Barên Rêxistinan Mistefa Hesen û Seroka Desteya Jinan Macide Hesûn re civiya.
Armanca serdanê ew e ku şande dê rewşa giştî ya bajêr binirxîne, pêdiviyên mirovî û xizmetguzariyê yên lezgîn destnîşan bike da ku alîkariyên pêwîst bên dayîn.
Tê payîn ku her du alî ji bo rêxistinakirina xebatên mirovî dê di rojên pêş te bikevin Kobanê ji bo hêsankirina xebatan hevkariyê bikin.
Bajarê Kobanê ji 20ê Çileyê ve di bin dorpêçeke dijwar de ye. Herwiha av û ceyran, hatiye qutkirin, têketina pêdiviyên jiyanî tê astengkirin û tunebûna dermanan metirsiyeke tenduristî ava dike.







