Di çarçoveya bernameyên Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de panela “Mafên Mirovan û Aştî” hat lidarxistin. Panelîstan bal kişnadin ser pêvajoya nû ya aştiyê û dan zanîn ku rêya aştiyê di mafên mirovan de derbas dibe.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşmeya “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 8an de didome. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de li hewşa Konservatûara Şaredariya Tetwanê panela “Mafên Mirovan û Aştî” hat lidarxistin. Panela ku parêzer Berfîn Ozan moderatoriya wê kir de, endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê parêzer Gulan Çagin Kalelî û endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Stenbolê û endamê OHDê parêzer Firat Epozdemîr weke axiver cih girtin. Li cihê panelê flamayên mîhrîcanê û pankarta “mafên mirovan û aştî” hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol, endamên û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li panelê bûn.
‘Ev pêvajo tenê pêvajoyek siyasî nîne’
Parêzer Berfîn Ozan bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û got ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27ê Sibatê de kirî, PKKê kongreya xwe li dar xist û pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kir. Berfîn Ozan da zanîn ku ev pêvajo ji bo înkara 100 salî ya Kurdan û têkoşîna wan a li dijî wê înkarê jî çareseriye û got: “Ev pêvajo ne tenê pêvajoyek danûstandinên siyasî ye, lê di heman demê de nîşaneya têkoşîna gelê Kurd a sed salî ye ku ji bo nasnameya xwe, ji bo hemwelatîbûna wekhev, edalet û jiyanek bi rûmet dide. Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser van axan hatine jiyîn, koçberî, valakirina gundan, pêvajoyên girtîgehan, kuştinên kiryar nediyar û di dawiyê de destpêkirina pevçûnê bi têkbirin û bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re ne tenê di qada siyasî de, lê di heman demê de di qada mirovî de jî krîzek pir cidî çêkiriye. Aştiyek birûmet tenê bi rûbirûbûna bi rastiyê, naskirina rûmeta gel û jibîrnekirina rabirdûyê dikare were avakirin.”
‘Pratîka dewletê li dijî rastiya pêvajoyê ye’
Parêzer Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku PKKê bi aşkereyî ragihand ku ew ê çekên xwe dane û hemû gavan biavêje, lê dewlet gavên hêdîtir û bi ewlehîtir diavêje û hewl dide pêvajoyê di vî alî de birêxistin bike. Gulan Çagin Kaleli, anî ziman ku ev pratîk li dijî rastî û dilsoziya aştiyê ye û ev tişt got: “Guhertinên di qanûna cezayê ya di sala 2004an de hatine kirin û guhertina qanûna terorê wekî pêşnûmeyek giştî li ber me ne. Ez nafikirim ku têkoşîna li dijî tecrîdê ji van serbixwe be. Têgeha bi navê tecrîd an jî rejîma ku hewl tê dayîn li Îmraliyê were bicihkirin qadeke binpêkirinê ye û bi rastî bandorê li jiyana her yek ji me dike. Îro, Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye û ev bandorê li jiyana me hemûyan dike. Di pratîkê de jî piştî sala 2015an gelek bajar bi qedexeyên derketina derve hatin tecrîdkirin.”
‘Tecrîda li Îmraliyê bandorê li jiyana me hemûyan dike’
Gulan Çagin Kaleli da zanîn ku banga ji bo Civaka Demokratîk û Aştiyê û danîna çekan ya ji aliyê PKKê ve û nîqaşkirina pêvajoyê ya di nav parlementoyê de biqîmet e. Gulan Çagin Kaleli destnîşan kir ku ev pêvajo berpirsiyariyeke mezin e û pêşxistina wê pir girîng e. Gulan Çagin Kaleli wiha berdewam kir: “Divê aştî tenê wekî bêdengkirina çekan neyê hesibandin. Amûrên ku tên bikaranîn û pêkanîna wê ji bo aştiyeke birûmet pir girîng e. Avakirina komîsyonekê di nav parlementoyê de biqîmet e, lê pirsgirêka Kurd ne mijarek e ku tenê di parlementoyê de were çareserkirin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin dê ji bo Tevgera Azadiya Kurd jî guhertinên pir girîng bîne. Şerê ku heta niha hatiye, di bingeh de şerekî li dijî jinan e û divê em vê yekê ji bîr nekin. Birêz Ocalan ji me re, ango Jineolojiyê, nameyek şand û me ev name wergirt û em qebûl dikin.”
‘Di vê pêvajoyê de tu kes winda nake’
Parêzer Firat Epozdemîr jî anî ziman ku rêya aştiyê ji mafên mirovan re derbas dibe û wiha axivî: “Ez çareseriya çekdarî weke çareseriyekê nabînim û piştgiriyê didim aştiyê. Divê em ji bo aştiyê têkoşîn bikin. Di vê pêvajoyê de aliyeke ku winda bike tune ye û her kes dê bi ser bikeve. Ez hewldanên Birêz Ocalan, Bahçeli û Erdogan teqdîr dikim. Divê bi rabirdûyê re jî rûbirû bibin. Ger alî şaşiyên xwe aşkere nekin û tiştê ku divê were kirin nekin, ew ê zirarê bide pêvajoyê. Divê ev pêvajo bi rûmet bê meşandin. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ên pir cidî çêbûne û em dikarin bi têkoşîna li dijî van binpêkirinan ji holê rakin. Bêçekkirin hemû pirsgirêkan çareser nake û têkoşîna rastîn dê piştî wê dest pê bike. Birêz Ocalan pêvajoyek pêşxistiye ku dikare ji bo tevahiya cîhanê bibe mînak û ez hêvî dikim ku ew bi ser bikeve. Ger girtî, taybetî jî yên nexweş neyên berdan ev pêvajo dê sernekeve. Divê ew di zûtirîn demê de werin berdan.”