Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî ango rêya D400î ya ku di navbera Silopiya û Cizîrê de derbas dibe, hîn di sala xwe ya yekem de herifî.
Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî ango Rêya D400 ku di navbera navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê de derbas dibe û rojane nêzî 2 hezar wesayît li ser diçin û tên, hîn salek bi ser çêkirina wê re derbas nebûyî dest bi herifînê kir.
‘Ma nehat kontrol kirin?’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê (Twitter) vîdyoyek parve kir û bal kişand ser rewşa xeternak a rê. Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Hevrazê Fêrîsiyê xebat hîn berdewam dikin, lê beşên ku nû hatine qedandin jî jixwe herifîne. Mehmet Zekî Îrmez di parvekirina xwe ya li ser Xê de pirsên girîng arasteyî rayedaran kir û got:
“Rêyek tê çêkirin lê ev rê salekê li ser xwe nema. Ev nîşan dide ku xebat ne li gorî standardan e. Gelo şaşiyeke endezyariyê heye? Em dixwazin zanibin ka ev rê ji aliyê kîjan şîrketan ve hatiye çêkirin. Gelo kontrol û pişkinîna vê xebatê nehatine kirin? Divê saziyên peywendîdar demildest bersiva van pirsan bi raya giştî re parve bikin”

‘Rê dê bibe sedema qezayan’
Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku li her du aliyên rê herifînên kûr hene û ev yek rasterast dê bibe sedema qezayên trafîkê. Mehmet Zekî Îrmez bang li Wezareta pêwendîdar kir û got: “Divê di zûtirîn dem de wezîfeya xwe bînin cih û wan şîrketan kontrol bikin.”
Xelkê herêmê û karkerên barkêşiyê ku bi salan e li benda qedandina vê rêyê ne, ji ber xerabûna rêya “nû” bi fikar in. Bi taybetî di vê xetê de ku trafîka wesayîtên giran zêde ye, baca malzemeyên xirab û kêmasiyên teknîkî, dibe ku şofêr bi can û malê xwe bidin.














