Cîgira Serokê Giştî yê Federesyona Mafên mirovan a Navneteweyî Prz. Reyhan Yalçindag anî ziman ku avakirina komîsyonê gelek girîng e, lê divê deng û vîna, rêxistinên civakî, mafên mirovan, saziyên jin ciwanan esas bên girtin û got “Mînak divê guh bidin dengê mexdûrên Roboskiyê.”
Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5ê Tebaxê de li meclisa Mezin “Komîsyona Demokrasiyê ya Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî” li meclisê hat avakirin. Di civînê de têkildarî awayê xebatê yê komîsyonê pêşnûmayeke 12 xalî hat amadekirin. Pêşnûma ji aliyê endamên komîsyonê ve hat qebûlkirin. Komîsyona ku ewil ji 48 parlamenteran pêk dihat, piştre hat pêşniyarkirin ku 3 parlamenterên din lê bên zêdekirin. Têklidarî şeklê komîsyonê û xebatên ku pêwiste komîsyon bide pêşiya xwe Cîgira Serokê Giştî yê Federesyona Mafên mirovan a Navneteweyî Prz. Reyhan Yalçindag nirxandin kir.
Cîgira Serokê Giştî yê Federesyona Mafên mirovan a Navneteweyî Prz. Reyhan Yalçindag, têklidarî avakirina komîsyonê nirxandin kir û diyar kir ku ev komîsyon girîng û dîrokî ye û wiha got: “Zêdetirî 50 salin mirov wekî nan û avê mohtacî aştiyê ye. Di zanistê de rêgezek heye. Binesaziyek çiqas xurt û zexm be, avahiya li ser wê bê avakirin jî ew qas xurt û emirdirêj e. Dijberî wê dê avahî birize û hilweşe. Gelê Kurd vînek pir xurt û aşkere danî holê. Ji destpêka dîrokê heta îro tevî hemû geşedanên pêk hatine û tevî bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane jî dîsa aştiyê dixwazin. Li gel ku ew qas zindî winda bûn û ew qas êş jiyan jî vîneke wisa xurt danîn holê. Di pêvajoyeke wisa de meclîs wekî navnîşan diyar kirin. Ev girîng e. Cerebeyên berê jî hene. Ji ber li ser zemîneke xurt nehat avakirin bi ser neket. Gel wekîl hilbijartine û diyar kirine ku vana li meclisê nûnerên wan in. Ji ber vê yekê cihê çareseriyê diyarkirina meclisê girîng e. Lê mesele tenê bi avakirina komîsyonekê qelas nabe.
Krasê li Tirkiyeyê hatiye kirin êdî teng e
Li holê hem zagonên ku bêne guhertin hene û hem jî zagonên heyî ku nakevin meriyetê hene. Zagonên ku li gorî peymana navneteweyî hatine îmzekirin û nakevin meriyetê hene. Gelek peymanên navneteweyî hatine îmzekirin. Di sedsala 21an de ev krasê ku li Tirkiyeyê hatiye kirin qet û qet nabe. Teng e. Avakirina komîsyonê bi qîmet û dîrokî ye.”
Divê hemû kes deng û rengê xwe bidin xuyakirin
Reyhan Yalçindag, da zanîn ku mesele ne tenê avakirina komîsyona li meclisê ye û wiha berdewam kir: “Gelek gavên şênber ên bêne avêtin hene. Gelek sûc li ser vê erdnîgariyê pêk hatin. Li vê erdnîgariyê bêcezakirin êdî bûye rûtin. Divê deng û vîna saziyên civakî, rêxistinên civakî, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan, saziyên ciwanan, baro, saziyên hiqûqê, rêxistinên jinan ku wekî cewherên civakê û wêneyê civakê ne bêne dîtin. Divê komîsyon li daxwazên wan guhdar bike. Divê tenê xwe bi birokrasiya leşkeriyê bi sînor neke. Divê hemû kesên ji hilweşîna 50 salan bêzar in deng û rengê xwe di komisyonê de bidin xuyakirin.”
Reyhan Yalçindag, bal kişand ser modelên cîhanê û wiha pêde çû: “Em di ferqa van cerebeyên cîhanê de ne. Cerebeyên şerê cîhanê yê yekemîn heye. Cerebeyên şerê navxweşî hene. Dîsa şerê ku hîn didomin hene. Şerê meshebî û nijadî hene. Îro di bin baneyê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî de em xebatê dikin. Gelek hevalên me yên enternasyonal hene. Ji Amarîkaya Latîn heta Ewropa û Efrîqayê hene. Dema em li tecrube û cerebeyên wan guhdar dikin, em tecrubeyên xwe hevpar dikin. Ya herî girîng Edaleta pêvajoya borandinê (derbasbûnê) ye. Mesele ne tenê guhertina zagonan e. Divê edaleta dema derbasbûnê jî têkeve meriyetê. Divê mirov ji tecrubeyên wan sûdê bigire û guh bide dengê wan. Divê komîsyon li hemû beşên civakê guhdar bike û pêşniyarên wan esas bigire. Divê ev nirxandin û pêşniyar li meclisê bêne niqaşkirin. Dema ev kara tê kirin divê dem neyê windakirin û bi awayekî çawanî gavên şênber bêne avêtin. Divê kesên li ser vê yekê serê xwe êşandine û di vê mijarê de pispor in û hemû jiyana xwe li ser vê meselê derbas kirine di nava xebatê de cih bigire.”
Reyhan Yalçindag, herî dawî da zanîn ku pêwiste komîsyon xwe di demekê û qalibekî de bi sînor neke û got: “ Divê dealeta dema derbasbûyînê esas bigire. Divê Edaleta dema derbasbûnê esas bigirin. Divê guh bidin hemû beşên civakê, kolanê û qadên jiyanê. Mînak divê guh bidin mexdûrê Roboskiyê. Heta niha bi dehan caran ev mijar birin meclisê. Lê her tim hat redkirin. Divê guh bidin daxwazên welatiyên Roboskiyê. Ji ber vê yekê divê vê xebatê li ser zemîneke xurt ava bikin. Ji bo aştî li ser zemineke xurt bê avakirin. Divê em êşê hev kûr nexin û nû nekin. Divê em bêtir êşên hev sivik bikin û birînên hev derban bikin û li gorî heqîqetê em nêzî hev bibin. Divê receteyek hevpar bê amadekirin û her kes di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigire. Ez bawer dikim ku pêşerojek pir ronî, di serkeftina xeta aştî û çareseriyê re derbas dibe. Em ji vê yekê bawer dikin û dizanin. Gelek bedelên mezin hatin dayîn. Gelek êş hatin jijîn. Wekî nan û av pêdivî ji vê pêvajoyê heye. Ji bo ev pêvajo bigêje encamê ez bawer dikim ku saziyên hiqûqê û mafên mirovan dê erka xwe heta dawî bikar bînin.”