• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

    Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

    Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

    Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

    Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

    Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

    Sîpan Xelat: Bi şer çareserî nabe

    Sîpan Xelat: Bi şer çareserî nabe

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike

    Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

    Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

    Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

    Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

    Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

    Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

    Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

    Sîpan Xelat: Bi şer çareserî nabe

    Sîpan Xelat: Bi şer çareserî nabe

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike

    Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

    Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rista Abdullah Ocalan pir girîng e’

Mehmet Alî Ertaş / AW

23 SIBAT 2025 - 08:14
Kategorî: ROJANE
A A
Endama Şandeya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz ku serdana partiyên YNK û PDKê kir, çavdêriyên xwe yên li ser serdanan parve kir. Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku aktorên ku bi wan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku pêwiste kêşeya kurd li ser zemînekî demokratîk were çareserîkirin û gotin: “Çi ji destê me bê, em ê bikin. Aktorên li Başûr anîn ziman ku mîsyona Birêz Ocalan pir girîng e.”

Şandeya ku ji nûnerên DEM Partî, DBP, KCDê pêk dihat, ji bo bi rayedarên PDK û YNKê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15ê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande di 16ê Sibatê de li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDKê Mesûd Barzanî re civiya. Di heman çarçoveya şandeyê di 17ê Sibatê de jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Li Silêmaniyê jî bi serokê YNKê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteb Siyasî ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiya. Şandeyê li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikumeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re civîn li dar xist û piştre serdana gora Celal Talabanî kir.

Têkildarî armanca serdana partiyên YNK û PDKê û encamên hevdîtinan de, Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, çavdêriyên xwe bi Ajansa Welat (AW re parve kir. Gulcan Kaçmaz Sayyigit, anî ziman ku li Tirkiyê demekê dirêjê şer û pevçûn heye û wiha got: “Di sala 1999an de komploya li dijî Birêz Abdûllah Ocalan pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin. Bi taybetî di van çar salên dawî de li ser Birêz Ocalan tecrîdeke mûtlaq pêş ket. Herî pêşin Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî li Meclîsê hatibû cem koma partiyê me û sîlav dabû hevserokên me yên giştî. Pîştî vê digel birêz Ocalan re jî hevdîtin pêk hatin. Ewil Omer Ocalan di 23ê cotmehê de li ser navê malbatê hevdîtin kir. Piştre bi beşdariya Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder di 22ê meha kanûnê pêk hatibû. Me di van hevtinan de cardin dît ku birêz Abdullah Ocalan di sala 1993an de çi gotiye dîsa dubare dike. Ya rastî ew e ku 32 sal in daxwaz û banga birêz Abdullah Ocalan zelal e û berçavan e. Lewra birêz Ocalan bi salan e dibêje ku ez dikarim pêvajoya şer bînim ser zemîna sîyasî. Lê divê bê gotin ku ji bo vê jî şert û mercên guncav hewce ne. Ew di gotinên xwe de behsa têkoşîna xwe ji bo çareseriyeke demokratîk dike. Û dîyar dike ku hêza xwe ya pirsgirêka kurd çareser bike heye.”

Li ser daxwaza Abdullah Ocalan hevdîtin pêk hatin

Gulcan Kaçmaz, da zanîn ku di hevdîtina Îmraliyê de ji lijneya Îmraliyê daxwazeke birêz Ocalan hebû û wiha axivî: “Birêz Ocalan daxwaz kir ku bi partiyên din ên sîyasî re jî hevdîtin bên kirin, rexne û pêşniyazên wan jî bên girtin. Ji xeynî vê, birêz Ocalan dibêje ku bila li Meclîsê komîsyonek were avakirin û xebat ji aliyê vê komîsyonê ve werin meşandin. Hevdîtina duyemîn a lijneya Îmraliyê ligel birêz Ocalan 28ê meha Çile pêk hat. Rexne û pêşniyazên hemû aliyan ji aliyê lijneya Îmraliyê hatin girtin û ligel birê Ocalan re hatin parvekirin.”

‘Şandeyê xwest li partiyên başûr jî guhdar bike’

Gulcan Kaçmaz, diyar kir kir ku şandeyê xwest li partiyên başûr jî guhdar bikin û wiha berdewam kir: “Ligel hevdîtinên birêz Ocalan, li Kurdistana Başûr bi serok û hizbên Kurd re jî hewcedariya hevdîtinan derket holê. Ji ber vê em jî 15ê Sibatê wek şande çûn başûrê Kurdistanê Di şandeya me ya Başêr de lijneya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, hevserokê giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, berdevkê komîsyona me ya karên derve Berdan Ozturk û parlamenterê me yê Amedê Mehmet Kamaç cih girtin. Serdana me ya ewil di 16ê Sibatê bi birêz Mesûd Barzanî pêk hat. Hevdîtina me ya bi birêz Barzanî re nêzî 2 saet ajot. Me li ser pêvajoyê agahdarî da û dîyar ku ji ber pêşniyaza biraz Ocalan hatinê serdana wî. Di heman demê de me xwest ku em jî nêrin û şîroveyên li ser pêvajoyê yên birêz Barzanî guhdar bikin. Rojek şunde em çûn serdana birêz Neçîrvan Barzanî. Li wir jî qederê saetekê hêvdîtina pêk hat. Ya rastî tiştên ku me di hemû hevdîtinan de anî ziman wek hevdû bûn. Lewra rojek şunde em derbasî Silêmaniyê bûn. Li wê derê jî ligel Bafil Talabanî û Kûbat Talabanî hevdîtina me çêbû. Di van hevdîtinan de jî me nêrinên birêz Ocalan ên derbarê vê pevajoyê de veguhest û nêzikatî û şîroveyên wan guhdarkirin.”

‘Daxwaza aştiyê ya her kesî ye’

Gulcan Kaçmaz, bal kişand ser encamên hevdîtinan û wiha lê zêde kir: “Roja ku em ê vegeriyan Bakûr, me bi Mesrûr Barzanî jî hevdîtineke pêk anî. Bi gelemperî em dikarin bibêjin ku tabloya giştî gelek erênî bû. Ligel vê hêviya me jî geştir bû. Ev ji bo çareseriyeka demokratîk a kêşeya Kurd gelek bi qîmet in. Di heman demê de nêzikatiya serokên kurd ji bo yekîtiya netewî ya kurd jî watedar e. Dîsa divê bê gotin ku çapemenî an gel bi kê re bê axaftin bi hêsanî tê dîtin ku çavê her kesî li Bakûr e. Lewra li gorî wan jî pêvajoya nû ji bo wan jî bi wate ye. Tê dîtin ku daxwaza aştiyê ne tenê ya Bakûr e, daxwaza her kesî ye. Lewra daxwaza çar parçe Kurdistanê ev e. Ji ber vê li her derê hêvî û daxwaza aştiyê xwe dida der. Jixwe aktorên ku em bi wan re axivîn jî dubare kirin ku divê kêşeya kurd li ser zemînekî demokratîk were çareserîkirin. Dîsa tiştê ku binî hat xêzkirin ew e ku çi ji destê wan bê, dê bikin. Lewra bi awayekî zelal herkes dixwaze ku piştevaniya çareseriyê bike. Aktorên li Başûr jî amaje kirin ku rol û mîsyona birêz Ocalan pirr girîng e û ew bi hêza xwe şansekî mezin e.”

Gulcan Kaçmaz, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û got: “Jixwe em jî dibêjin ku eger îro ev hevdîtin pêk tên, çawa ku birêz Ocalan ji sala 1993an heta îro li ser xeta aştiyê ye, sedema vê têkoşîn û sekna wî ye, berxwedana zîndanan û gelê kurd e. Ji ber vê daxwaza me jî net e ku bila êdî kêşeya kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Ev tenê ne ji bo kurdên Bakûr, di heman demê de ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û li ser çar parçe Kurdistanê bandoreke erênî çêbike.Çend roj berê birêz Erdogan jî ji ber şerê Ûkrayna-Rûsya anîbû ziman ku bi aştiyê her kes serdikeve. Jixwe em jî bi salan e dibêjin ku ji ber aştiyê tu kes wenda nake, lê ligel şer her kes wenda dike. Lewma em daxwaz dikin ku şertên xebatê yên birêz Ocalan bên çareserkirin, divê birêz Ocalan di nava şert û mercên guncav de xebatên aştiyê bimeşîne. Lewra ew ancax bi vî awayî dikare rol û mîsyona xwe ya dîrokî bîne cih.”

‘Ev pêvajo ji bo AKPê ezmûn e’

Gulcan Kaçmaz, herî dawî bal kişand ser feraseta hikûmetê û ev rexne kirin: “Li aliyekî hevdîtinên ji bo aştiyê pêk tên, lê li aliyekî Hikûmeta AKPê bi axaftinên xwe her kesî terorîze dike, dev ji binçavkirin û girtinan bernade û şuna hevşaredaran qeyyûm tên tayînkirin. Ji ber van kiryarên dewletê hêviya gelan jî tên şikandin. Bi rastî ev pêvajo ji bo AKPê ezmûna dilsoziyê ye. Eger îro hemû alî ji bo aştiyê tên cem hev, piştevaniya pêvajoyê dikin, divê AKPê jî guh bide wan. Lewra bi aştiyê tu kes zirar nake, eger aştî bê avakirin wê ji bo her kesî bibe serkeftin.”

 

Etîket: BarzanîDEM PartîGulcan KaçmazşandeSayyigitTalabanî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xelkê Cizîrê guh neda astengiyan û serdana şîna endamê HPGê kir

Xelkê Cizîrê guh neda astengiyan û serdana şîna endamê HPGê kir

11 TEBAX 2025
‘Girtina Komeleya Avesta êrîşa li ser ziman û çandê ye’ 

‘Girtina Komeleya Avesta êrîşa li ser ziman û çandê ye’ 

10 TEBAX 2025
Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025
Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

7 TEBAX 2025
Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025
Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

5 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (209)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne