Roja duyemîn a şîna Şehîdê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa ÎHDê ya Enqereyê hatibû danîn bi dawî bû.
Şîna Şehîdê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatiye danîn, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Gelek rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û dostên wî serdana sersaxiyê kirin. Dayikên Şemiyê ji bo sersaxiyê kulîlk şandin û hezkiriyên Aykol ên beşdarî şînê bûn hest û ramanên xwe di deftera bîranînê de nivîsandin.
Şîna ku bi girseyî hat ziyaretkirin, dê sibê jî bidome.













