Roja ewil a Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” ya Şaxa Egîtîm Sena Wanê bi dawî bû. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de bal kişandin ser werşangeriya Kurdî û diyar kirin ku weşangeriya Kurdî bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye.
Rûniştina duyemîn a roja ewil a Sempozyûma 2yemîn ya “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê bi dawî bû. Di vê rûniştinê de ku bi moderatoriya Endamê Egîtîm Senê Mehmet Sena Sonmez ve pêk hat, rojnameger Serdar Altan behsa “Ji Aliyê Zimanî ve Erênî û Neyîniyên Çapemeniya Kurdan”, nivîskar Lal Laleş behsa “Rola Zimanê Kurdî di Weşangeriya Kurdî ya Îro de” û mamoste Adar Jiyan jî behsa “Rol û Mîsyona Egîtîm Senê di Tekoşîna Zimanê Kurdî de” kirin.
‘Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye’
Ewilî Adar Jiyan axivî û bal kişand ser têkoşîna Egîtîm Senê ya ji bo zimanê Kurdî. Adar Jiyan diyar kir ku ziman weke nan û av girîng e û wiha got: “Tevî kesên di nava Egîtîm Senê de ku li dijî zimanê dayikê bûn, Egîtîm Senê ji aliyê zimanê dayikê ve gelek xebatên baş kir û ev yek bû dînamîzmek avakir. Heke perwerdehî bi zimanê dayikê nebe bişaftin dest pê dike. Ji bo zarokekê hezkirin, şîr û zimanê dayikê helal e û pîroz e. Gava zarokek ji cihana xwe ku bi zimanê dayika xwe afirandiye, dûr bikeve nebaş dibe. Egîtîm Sen, ne tenê weke sendikayekê, weke saziyeke ku mafên civakî diparêze jî tev digere. Egîtîm Sen tenê sendikeya kedê nîne, Egîtîm Sen sendikeya ziman, ekolojî, siyaset hwd. ye. Ji ber ku ne bi serê xwe ye, nikare xwestekên xwe pêk bîne. Ji aliyê dewletê ve gelek zextan dibîne û ev yek destûrê nade ku xebatên xwe bi rêk û pêk bimeşîne. Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye û divê wisa be jî.”
‘Weşangeriya Kurdî bi Rojnameya Kurdistan dest pê dike’
Dû re weşanger-nivîskar Lal Laleş axivî û anî ziman ku di weşangeriyê de gelek aliyên ciherenk hene. Lal Laleş diyar kir ku ji bo miletekî bindest tiştî herî girîng ji bîr nekirin e û ev tişt got: “Bîra miletekî her tiştî wan e û heke mirov bîra xwe ji bîr bike, nikare bigehe cehwerê xwe. Lewma ji bo Kurdan arşîv tiştekî pir girîng e. Heke mirov ji aliyê belge û kaxizan ve lê binêre, bîra me li mizgeft, dêr û medreseyan de ye. Yek jî çavkaniya arşîva kurdî cih û belgeyên olî ne. Weşangeriya Kurdî ji Rojanmeya Kurdistan dest pê dike. Weşangeriya me tenê bi Bakur sînordar nîne û em bi alfabeyên cuda berheman çap dikin. Ji ber vê yekê gelek caran em bi parçeyên din ên Kurdistanê re nikarin hev fêm bikin. Êdî lazim e em vê yekê ji nava xwe de rakin.”
‘Bi rojnameya Welat û Azadiya Welat Kurdî pêş ket’
Piştre rojnameger Serdar Altan jî axivî û da zanîn ku çapemeniya Kurdî xwedî dîrokeke têr û tije ye. Serdar Altan destnîşan kir ku çapemeniya Kurdî xwedî şehîd û nirxên gihanibûha ne û li ser keda wan nirx û şehîdan mezin bû. Serdar Altan diyar kir ku Rojnameya Kurdistan bi tîpên erebî û li sirgûnê bû û ev tişt got: “Tevî ev qas demê jî hin aliyên vê sirgunbûyînê didome û niha xwedî bi sedan ajans, kovar, rojname, TV, websiteyan hwd. ne. Dema Rojnameya Welat hatiye çapkirin û dû re jî Azadiya Welat derketî, zimanê Kurdî gelek pêş ket û belavbûna di nava gel de ya zimanî jî lawaz kir. Avabûna TV û rojnameyên bi Kurdî di ziman de yekreziyek bi xwe re anî. Rojnamegerî ji siyaseta rojane re rasterast girêdayî ye. Rojnamegeriya Kurd tenê ew sazî nînin ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Rojnameyên weke Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Ozgur Gundem hwd. jî rojnamegeriya Kurdî bû lê zimanê wê ne bi Kurdî bû. Divê di çapemeniya Kurd de pêşketin girîng pêk bên ku em behsa mezinbûna çapemeniya Kurdî bikin. Ev bar dikeve li ser hemû kesan û ev qelsbûna heyî ji holê bê rakirin.”
Piştî axaftinan beşdaran pirsên xwe ji axêveran kirin û roja yekemîn a sempozyûmê bi dawî bû.