Rojava TV ji bo koçberên rojavayê Kurdistanê bikin, bi rêya bernameyekê kampanyaya ‘Mil bi Mil, Mal bi Mal’ da destpêkirin û wiha hat gotin: “Pêdiviya lezgîn a van koçberan bi her cûre alîkariyê heye.”
Piştî êrişên hovane yên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriye, DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya dewletên emperyalîst, dewletên dagirker û şovenîst ên Rojhilata Navîn, ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Dêr Hafir, Mensûra û gelek cihên din ên hêzên HSD û YPJê xwe jê vekişandin, bi sed hezaran Kurd û erebên dostên Kurdan koçberî herêmên di bin serweriya HSDê Herêma Cizîrê û Kobanê bûn. Pêdiviya lezgîn a van koçberan bi her cûre alîkariyê heye.
Rojava TV ji bo welatiyên Kurd û dostên wê bikaribin alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê bikin, bi rêya bernameyekê Kampanyaya ‘Mil bi Mil, Mal bi Mal’ dide destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayên alîkariyê de Rojava TV sibe di saet 16:00an de bernameyekê ji bo kampanyaya alîkariya koçberan destpê dike û hejmarek ya whatspapê ji bo ku xêrxwaz, Kurd û dostên wê bikaribin bi rêya wê hejmarê xwe bigihînin malbatên koçber nîşan dide.
Bernameya bi navê Kampanyaya ‘Mil bi Mil, Mal bi Mal’ wê sibe di saet 16:00an de di Rojava TV destpê bike û kesên ku dixwazin alîkariyê bidin malbatên koçber dikarin bi rêya hejmara whatsappê ya +4915776267507 xwe bigihînin malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.













