Wan – Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de namzeta Hevşaredariya Panosê bû, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Rojbîn Kartal Manzak ku di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2024an de namzeta Hevşaredariya Panosê ya Agiriyê ya DEM Partiyê bû, çar roj berê hatibû binçavkirin. Rojbîn Kartal Manzak piştî îfadeya li dozgeriyê ya li Wanê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin.
Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Rojbîn Kartalê de biryara girtinê da. Rojbîn Kartal Manzak şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.