* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li ser guherîna tabelaya kreşa zarokan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” axivî, bal kişand ser hişmendiya qeyim û got: “Guhertina tabelaya bi Kurdî rasterast bêtehemuliya li dijî zimanê Kurdî û nasnameya Kurdan e.”
* Endamê Saziya Ekolojiyê ya Wanê Sedat Alkan bal kişand ser esasên civakê û got: “Sê baskên civakê hene; yek demokrasî ye, yek azadîya jinan e û yek jî ekolojî ye. Lewma divê baskê ekolojiyê kêm nebe.”
* Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek Mercan diyar kir ku di “sala malbatê” de 395 jin hatine kuştin û dewlet bi politîkayên xwe dixwaze dengê jinan qut bike û got: “Em ê li dijî van polîtîkayan desthilatê li ber xwe bidin. Azadiya jinan azadiya civakê ye.”
* Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û Rêveberê Komeleya 78an Xidir Karataş têkildarî bîranîna rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol axivîn û gotin: “Ew hem rojnamegerek enternasyonal bû û hem jî Kurdistanî bû.”
* DFG û MKG dê li avahiya DFGê ya li Amedê di roja duyemîn de şîna ji bo rojnameger Huseyîn Aykol bidomîne. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12.45)
* KURDÎGEH, dê têkildarî kreşa zarokan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” ku ji hêla qeyim ve tabelaya wê hatiye guhertin, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyê bide. (15.00)
* Komîsyona Meclîsê dê bi serokatiya Numan Kurtulmuş bi endamên partiyên siyasî ku ji bo nivîsandina rapora hevpar hatine peywîrdarkirin re bicive. (15.00)










