* Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez bal kişand ser civînên gel ên têkildarî pêvajoyê û got: “Gel herî zêde tî û birçiyê aştiyê ye.”
* Pêvajoya heyî pêvejoyeke ji yên beriya niha hatine meşandin cudatir e. Lewra divê ev yek bi zelalî were tehlîlkirin, zimanê vê pêvajoyê û siyaseta wê divê li gora rihê vê pêvajoyê were avakirin da ku di navbera her du aliyan de bawerî û ahengekê ava bike.
* Berpirsiyarê Navenda Lêkolînên Kurd Newaf Xalid destnîşan kir ku Durzî û Elewî ji bo HSDê dibêjin ‘Hûn hêviya me ne’. HSD ne tenê Kurd in. Di nava HSDê de Kurd, Suryan, Ereb û hemû pêkhateyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî cih digirin hene. Lê di artêşa HTŞê de tenê sûnî hene.