* Çalakvanên tev li meşa Pirsûs Kobanê bûn anîn ziman ku ew sînoran nas nakin û xwestin her kes li dijî êrîşên li ser Rojava deng bidin çalakiyê.
Endama MYKê ya DEM Partiyê Cemîle Turhallî li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û anî ziman ku peyamên wî li her derê rewşeke erênî pêş xist. Cemîle Turhallî anî ziman ku êdî Abdullah Ocalan mafê heviyê bi dest xistiye û divê Hêviyê sûdê bigire û bê berdan. (Hevpeyvîna Kirmanckî)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dê li Hatayê daxuyaniyê bidin. (11.00-13.00)
* Çalakiya nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Pirsûsê ya li dijî êrişên li ser Rojava dê berdewam bikin. (12.00-16.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe li Amed, Êlih û Stenbolê berdewam bikin (12.00)
* Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, Pakize Nayir, Sevê Demîr û Fatma Uyar ên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin wê bên bibîranîn. (13.00)
* Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê dê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a sala 2024an li avahiya xwe li semta Ofîsa Amedê eşkere bike. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê û Enqereyê çalakiyên xwe berdewam bikin. (13.30)