* Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025an diyar kir” bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriye parve kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku ev xal dê bibin nexşeya çareseriyê ya 2025an.
* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina ku di 14ê Çile ya 2013an de bal kişand ser kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat ku li Parîsê hatin kuştin û got: “Guleyên li 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn. Pêvajo gelek hasas e û divê hemû kes baldar be. Heke ev pêvajo bê blokekirin dê rojên zor bên jiyîn.”
* Rêveberên DEM Partiyê yên Navçeya Dortyolê ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn, wiha gotin: “Hewce ye ku bi rûhê Kobanê têkoşînek bê meşandin. Heke dîsa em bi wî şiklî rabin em ê bikaribin pêşiyê li vî şerî bigirin.”
* Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê hin mafên ku gelê kurd 40 sal in tînin rojevê bi zagonan bên parastin û got: “40 sal in ji ber înkara mafê hemwelatibûnê û çandê ev şer heye. Divê mafê kurdan ên bingehîn li gorî mafê mirovan ên gerdûnî û demokratîk bên destgirtin.
* Çalakiya Nobeta li ser Sînorê Nisêbîn û Pirsûsê ya li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam dike. (12.00-16.00)
* Komîsyona Mafên Jinan a Baroyên Herêmê, dê li Baroya Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyaniyê bidin. (14.30)