* Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik têkildarî peyamên Reberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: “Hevdîtinên ku niha bi partiyên siyasî re tên kirin pir giring in. Divê êdî partî şexsî nefikirin û li gorî berjevendiyê civakê gavên şênber û zelal biavêjin.”
* Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê bi rêya malbatan bang li hemû saziyên demokratîk û parazvanên mafên mirovan kirin û xwestin her kes ji bo aştiyê deng bidin azadiyê.
* Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê bi lêv kir ku di qonaxa nû ya Suriyeyê de destê Kurdan ji aliyê siyasî û lêşkerî ve xurt e û wiha got: “Tirkiye dixwazê di qonaxa nû ya Suriyeyê de Kurdan dervê bihele. Lê ew ne pêkan e. Destê Kurdan li herême xurt e.”
* Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar destnîşan kir ku projeyên hêzên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn tên zanîn û got “Ev şerê ku li Rojhilata Navîn diqewimin, em bêjin li Filistin, Lubnan, Sûreye, Iraq û Îranê; çareseriyê, aştiyê di navbera gele kurd û tirk de ferz dike.”
* Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ku li ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava axivî, xwest ku hemû gelên aştîxwaz û azadîxwaz li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê Şukran Efeturk jî wiha got: “Divê kurd li her çar aliyê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û van êrişan têk bibin.”
* Parlamentera DEM Partî Salîha Aydenîz derheqê ketilkerdişê Sakîne Cansiz û embazanê aye de ajansê ma rê qisey kerd. Aydenîz vat: No sîstem cînîyan ra terseno, wirzîyayîşê cînîyan de mergê xo vîneno.”