*Hevserokê Giştî yê DADê Zeynel Kete ku têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî, destnîşan kir ku ji bo careke din komkujiyên Sêwaz, Çorûm, Mereş û Roboskê pêk neyên divê herkes ji bo aştiyê têbikoşe û xwest hemû partiyên demokratîk bi awayekî xurt piştgiriya pêvajoya heyî bikin.
*Çalakiya Nobeta sînorê Nisêbîn Qamişlo dê îro bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari berdewam bike. (12.00-16.00)
* Heyeta ku ji malbatên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin, parlamenterê DEM partiyê, nûnerê OHD, MEBYA-DER û DFGê pêk tê, dê îro li Sîlopiyayê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê (13.00)
* Li gelek navendan 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat ku li Fransayê hatin kuştin, dê bêne bibîranîn.