* Cigîrê Hevserokên Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk têkîldarî komploya ku 27 sal berê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû da zanîn ku hêzên hegemon bi dîlgirtina Abdullah Ocalan, xwestin têkiliya gel û rêberê wan qut bikin û got: “Bi vê komloyê xwestin pêşeroja gelan tarî bikin. Lê birêz Ocalan di nav tecrîdekî gelekî giran de, berxwedanek bêhempa da meşandin û bi bangawaziyek dewlemend mizginî da gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê.”
* Nûnerên komeleyên çand, huner û ziman ên li Îzmîrê destnîşan kirin ku ji bo ku peymana 30ê Çileyê li gorî dilê gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê be, divê têkoşîn û xwebirêxistinkirin bênavber bidome.
* Ji bo nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku duh li Swêdê jiyana xwe ji dest da dê li Mala Şînê Odabaşi Bal a li Rezanê şîn bê danîn. (11:00)
Kirmanckî
* Dîlber Perktaş ke terba keyeyê xo 1994î de bi zorê dewlete dewa xo ra bar kena şona Pulur, uca ra şonê Stenbol, nêbeno peyser yenê Pulur wina vana: “Kokimanê ma xerîbîya dewe kerdêne, pêro nê qeydî ra merdî.”









