ROJEVA 10ê TEBAXA 2025an
* Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs destnîşan kir ku amade ne ku ji bo yekîtî û yekrêziya neteweyî hemû bedelan bidin û got: “Yekîtî û yekrêziya me misogeriya hebûn, nasname, ziman, çand û axa me ye.”
* Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku avakirina Komîsyonê tenê ne bes e û xwest Komîsyon mafan binase û biçe bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
* Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku ew dixwazin biçin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin û gotin: “Gelo ew çi pêşniyaran li wan dike. Em dixwazin komîsyon û dewlet bi lez gavan biavêjin.”