* Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Îhsan Colemêrgî ku behsa wêjeya Colemêrgê û Botanê û sedema taybetmendiya wan kir, anî ziman ku herêma Colemêrg û Botanê her tim xweser bûn e û got: “Xweseriyê wêjeyek bi xwe re aniye û vê xweseriyê pêşiya zimanê Kurdî vekiriye.”
* Emre Can Demîr ku di 5 kanûna 2024an de sirgûnî Girtigeha tîpa S a Kavakê ya Samsûnê kirin, rojê 3-4 caran gardiyan bi ser odeya wî de digirin û lêgerînê dikin. Emre Can demîr anî ziman ku her tim rastî tacizkirina devkî tê.
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê wê di hefteya 831emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
* Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk dê îro li Girtîgeha Edîrneyê serdana siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş bikin. (13.00)
* DBP, TJA û DEM Partî, wê li dijî desteserkirina Hevşaredarên Akdenîzê û hewldana danîna qeyûmê ser Şeredariya Akdenîzê li taxa Cûdî ya Cizîrê meşek li dar bixe û daxuyanî bidin. (14.00)
* Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê daxuyanî bê dayîn û li navçeyê civîna gel bê lidarxistin. (10.00-14.00)