* Komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di sala xwe ya 27emîn de ye. Komplo, birêvebirin û bi encamên ku derxistin holê hîna jî di rojeva Kurdan û cîhanê de ye. Abdullah Ocalan, ev 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Her çiqas piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tecrîd bi awayekî şikiyabe jî gelê Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya rêberê xwe dixwaze.
* Rojhilata Navîn îro mîna qadeke kişikê ye ku her gava li ser tê avêtin, bandoreke rasterast li ser pêşeroja gelê Kurd dike. Êdî siyaseta Kurd baş fêm kiriye ku bêyî yekîtiyeke stratejîk, di nav gengeşiya Rojhilata Navîn de parastina destkeftiyan ne pêkan e. Lê belê, tevî vê hişmendiyê jî, pirsa ku di serê her Kurdekî de cih digire hîna bersiva xwe nedîtiye. Gelo çima yekîtiya siyasî ya Kurdan pêk nayê?
* Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya navdewletî li dijî tevahiya Kurdan pêk hatiye û got: “Heke dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û vê pêvajoyê bimeşînin divê di serî de Serok azad bibe.”
* Hevserokên OHDa Êlihê Mizgîn Argiş û Sefa Sormaz diyar kirin ku ev nêzîkî salek û nîv e di çarçoveya pêvajoyê de qala “Mafê Hêviyê” tê kirin lê hê jî ji aliyê rayedaran ve tu gavên şênber nehatine avêtin û gotin dewlet di vir de ne jidil e.
* Nûçegihana ETHAyê Zuleyha Muldur a di operasyonê 3yê Sibatê de hatibû binçavkirin diyar kir ku ji ber ku ew hevalên bindest û şoreşgeran in êriş li dijî wan tên kirin û got: “Dewlet xwe jî nas dike û me jî nas dike. Ji bona wê êrişî gelê Kurd, kedkar, jin û şoreşgeran dikin. Lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
* Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) dê rapora “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya Beyogluyê eşkere bike. (12:30)
* Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomar Tayyîp Erdogan dê li Kuliyeya Serokkomariyê bicivin. (14:00)









