* Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ji 10 bendavên Tirkiyeyê yên herî 7 bendav li Kurdistanê ne. 3 bendav jî li Derya Reş in. Li gorî daneyên 2024an li Tirkiyeyê 861 bendav hene. Di serdema AKPê de 585 bendav hatin avakirin. Her çend bendav bibin çavkaniyên enerjî û patronan jî, ji fêdeyê zêdetir sed qad zerarê dide jiyanê û siberojê tarî dikin.
* Hevşaredarên Hîlwan, Xelfetî û Pirsûsê ku tev li nobeta li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê bûn destnîşan kirin ku heta hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê yên hatine binçavkirin neyên berdan dê li ber şaredariyê bin û gotin: “Ew çiqas qeyûm tayîn bikin jî hevşaredarên me binçav bikin û bigirin jî gelê me dê her dem li îradeya xwe xwedî derkeve.”
* Dayikên Aştiyê yên Botanê tekildarî hevdîtinên şanda DEM Partiyê ya bi partiyên siyasî re nirxandin kirin û anîn ziman ku ji bo çareserî pêk bê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Dayikan xwest ji bo aştiyek demokratîk tecrîd bi dawî bibe û êrişên li ser Rojava rawestin.
* Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn-Qamişmoyê ku ji aliyê TJA, DBP û DEM partiyê ve hatiye destpêkirin didome. (12.00-16.00)
* Heyeta DEM Partiyê dê Hevseroka Giştî ya HDPê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku li girtîgeha Kandirayê girtî ye, ziyaret bike (13,00)
Nûçeyên Kirmanckî
*Amed û dormeraya ci de her ke şona bîyayişê dekupîyayişî (obruk) zêdîyenê. No teluke zî awanîya karstîkî, kewtişê sewîyeya awe ser o zêdîyenê.
* Rayberê PKK’î Abdullah Ocalan mîyanê tecrîdî de xover dano. Seba tecrîd vedarîyo, hetanî nika zaf kesê bi çalakîya xoveşnayişî cuya xo dayê, nê kesan ra yew zî Veysî Taş o û demê çalakîya xo zî Veysî Taş vano; na çalakîya mi sîyasî ya.
* Endamê HTŞ’î bi asaî kewtê ŞAM û rejîmê BAAS’î ke 61 serrê domyaynî, rijnayê. Mabenê HTŞ û MÎT’î de têkilî hêdî hêdî şênber beno. Urdun û Sûrîye de seba hêrişkerdişê çeteyê ke rêxistin kerdê aşkera bî.