* Rojnameger Îkram Balekanî derheqê serhildanên gel yên ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê yên didomin axivî û got: “Gel serî li hember zilmê radike, mesele ne tenê aborî ye.”
* Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku komên çekdar ên giredayî hikumeta Şamê û Tirkiyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujiyên li dijî mirovî pêk anîne û got ku bi sedan welatî hatinê revandin û aqubeta wan hêj jî ne diyar e.
* Dayikên Aştiyê yên Amedê êrişên li taxên Şêxmeqsud û Eşresfiye yê şermezar kirin û gotin: “Serokatî azad nebe aştî pêk nayê”.
* Danişîna doza Çeteya Fihûşê ku leşkerên Tirk jî di nav çeteyê de ne û tên darizandin ê li 3emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnex pêk were. (09.00)
* Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo êrişên ser Rojava protesto bikin dê li Amed, Botan, Serhed, Çukurova, Ege û Marmarayê, li pêşiya avahiyên DEM Partiyê daxuyanî bidin û ber bi Enqereyê ve bikevin rê. (11.00-19.00)
* Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê dê têkildarî êrişên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê li Baroya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Platforma Saziyên Demokratîk, dê têkildarî erîşên li ser taxên Kurdan li Wanê meşekê li dar bixe. (17.00)









