* Li Şirnexê birîna daran bi salan e berdewam dike û bi hezaran donim qadên daristanan hatiye talankirin. Ji bilî birîna daran jî erdnîgarî û xwezaya bajêr bi lêgerîna madenê û çêkirina bendavan tê tunekirin. Bi çêkirina bendavan cihên dîrokî tên tunekirin.
* Doza komkujiya Basayê ku 29 sal berê di êrîşa li dijî minubusekê de 11 gundî hatin kuştin û piştre jî hatin şewitandin bê ceza ma. Tevî ku wezareta dewletê mikur hatibû ku komkujî ji aliyê JITEMê ve pêk hatiyê jî kujer nehatin dîtin û cezakirin.
* Nûnerên saziyên sivîl û rêvebera DEM Partiyê bertek nîşanî danîna qeyûmê ser Şaredariya Akdenîzê dan û wiha gotin: “Heta ku em şaredariya xwe bistînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
* Aynur Ayşîn ke serra 1994î de pîyê xo vindî kerdo, ajansê ma rê qisey kerd û wina vat: “Hende zorê mi şono ke wexto ke yew mi ravano ‘pîyê to yo rehmetî’ çunke hema zî mezelê pîyê mi çin o.”