* Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û destnîşan kir ku bêyî yekîtiyê tiştek nabe û got: “Yekîtî pêwîst e, heta ku Kurd nebin yek, dinya wan nas nake.”
* Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak diyar kir ku hê jî li Tirkiyeyê sabotaja pêvajoyê heye, ji bo tespîtkirina sabotajan û pêşxistina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe bi awayekî azad pêk bîne û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e. Ji bo wê divê birêz Ocalan di girtîgehê de nemîne û mafê hêviyê pêk were.”
Hevserokê DBPa Wanê parêzer Cemal Demîr bal kişand ser sedemên Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê û anî ziman ku hêzên hegemon nedixwestin li Rojhilat Navîn pergaleke wekhev, demokratîk û aştiyane pêk bê.
* Endamê Koma Aştiyê siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komploya 15ê Sibatê xwestine di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiyê û tevgera Kurdan tevahî ji holê rakin.
* Şanoger Abdullah Tarhan û stranbêj Haydar Guneş derbarê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû de gotin: “Dewletên navneteweyî xwestin bi vê komployê gelê Kurd bêserok bihêlin û têkoşîna wan têk bibin, lê nizanibûn ku ew ê têkoşîna gelê Kurd ewqas mezin bibe. Bingeha ku hatiye avakirin dê tu kes nikaribe xera bike. Bi derketina vê rêxistinê re Kurdan xwe nas kir.”
* Li Wanê welatiyên ku tev li civina gel bibûn derbarê 15ê Sibatê de diyar kirin ku Abdullah Ocalan ev 27 sal in li dijî hişmendiya netewdewletan li ber xwe dide û gotin: “Serok Apo komploya 15ê Sibatê jî û komploya duyemîn a di li dijî Rojava jî têk bir.”
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlihê û Colemêrgê dê çalakiyên xwe yên heftane berdewam bikin. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li navçeya Bismilê ya Amedê civîna gel li dar bixe. (12.00-15.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di heftaya 1090emîn de çalakiya xwe berdewam bike. (12:00)
* ÎHDa Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan li avahiya daxuyanî bide çapemeniyê. (12:00)
* ÎHDa Îzmîrê dê derbarê girtiyên nexweş de li pêşberî Sumerbank a navçeya Konakê daxuyaniyekê bide. (13:00)
* TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê derbarê girtin û îşkenceya zarokên bi navê A.K. û R.S. hatine kirin daxuyanî bide. (18:00)
Kirmanckî
* Na asme, asma Gûcîg a. Qomê ma na asma Xizirî de kam ke tengîye de mendo, rindîye û aştîye ser mînet kenê. Dervîş Cemel ra Pîr Zeynel Ornek, na asma Xizirî de seveta qomê Rojava mînet keno û wina vano: “Xizir sare Rojava de hazir û nazir o.”








