* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir derbarê geşedanên li Sûriyeyê, rojavayê Kurdistanê, tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û danîna qeyûmên ser şaredariyên DEM Partiyê de ji ajansa me re axivî.
* Serokê Rumetê yê ÎHDê Akin Birdal ku yek jî ji kesên ji bo aştîyê îmza dabû, diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û aştî pêk were divê demildest deriyên Îmraliyê vêbin û bi Abdullah Ocalan re dîyalogê pêş bixin.
* Platforma Saziyên Demokratîk duh li Amedê bi daxuyaniyekê deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi raya giştî re parve kir. Yek ji nûnerê platformê Hunermend Kadîr Çat têkildarî meşê nirxandin kir û got: “Hewceye em weke siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr di meşê de cih bigirin û vê krîzê veguherînin aştiyeke birûmet.”
* Berdevka Rêxistina Stêrk Jûliya Xelo anî ziman ku di koçberiya gelê Şehbayê de derûniya zarokan pir zêde hatiye xerakirin û wiha got: “Gelek dayik ji aliyê çeteyan ve li pêş çavên zarokên xwe hatin kuştin.”
* Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi çalakiya “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” dike (14.00)
* Çalakiya Nobeta li ser Sînorê Nisêbîn-Qamişloyê didome (10-16.00)