* Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyeyê (MED-DER) Yasir Orak diyar kir ku kurdî di bin pêlên bişaftinê deye û got: “Heke em li dijî polîtîkayên bişaftinê serî bitewînin em ê bibin kujerê ziman û neteweya xwe.” Aktivîstê zimanê kurdî Rifat Ronî jî bal kişand ser têkoşîna ziman û got: “Pêwîst e gelê Kurdji bo ziman biryarên radîkal bigre.”
* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 30 sal berê di civîneke çapemeniyê de pirsên rojnamegeran dibersivîne û diyar dike ku polîtîkayên Dewleta Tirk ên înkarê didomin û pêdivî bi diyalogê heye. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pirsgirêkên ku wekî çiyê mezin bûne dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.”
* Rojnameger Bîlal Babat û Behcet Bayhan jî di navde 30 kesên di 15ê Sibatê de hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin.
- Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari dê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Wanê daxuyaniyê bidin. (14.00)