* Girtiyê siyasî Metîn Uyar ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye, bi nameyekê piştgiriya xwe ya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û got: “Divê bêyî ku em têkevin nava rewşek kêfî û nava rehavetê, em bêtir têkoşîna xwe xurt bikin.”
* Di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de, dê li navçeyên Panos, Hezex, Erdîş, Misirc, Erxenî, Sîwereg, Gimgim, Çelê, Şemrex û bajarên Manîsa û Îdirê mîtîngên Newrozê bên lidarxistin. (10.00-16.00)
* Şandeya DEM Partiyê dê li Meclisê serdana MHPê û AKPê bike. (11.00-14.00)